Erdalan Doskî Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karebayê ji Gulanê re: Projeya Rûnakî karebayeke berdewam û dadwerî ye di bikaranîna karebayê de
Erdalan Doskî Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karebayê ji Gulanê re: Projeya Rûnakî karebayeke berdewam û dadwerî ye di bikaranîna karebayê de
Encûmena Wezîran nirxê nû yê projeya Rûnakî ya kareba 24 saetî pesend kir û proje gihişte zêdetirî yek milyon welatiyan. Niha, mijara berfirehkirina projeyê û nirx û lêçûna kareba 24 saetî di çarçoveya projeya Rûnakî de ji bo malan, gelek gengeşe û gotûbêj li ser têne kirin. Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir derbarê vê yekê de, Kovara Gulanê hevpeyvînek bi Erdalan Doskî Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karebayê re saz kir û wî bi vî awayî bersiva pirsan da.
Karebayeke 24 saetî destkefteke mezin e ber bi çareseriya bingehîn a pirsgirêka karebayê ve li Herêma Kurdistanê, lêbelê welatî pirsên wan li ser nirxê wê hene. Gelo em dikarin bizanin ev nirxên nû heta çi radeyê di berjewendiya serkeftina projeya Rûnakî de ne û di heman demê de barê giran li ser welatiyan çênakin?
Ew nirxê nû yê karebayê ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hat pesendkirin, di berjewendiya welatiyan de ye. Ev jî piştî lêkolîn û planeke hûr û zanistî hatiye danîn, da ku bi kêmanî di asta yekem û duyem de, ku taybet e bi bikaranîn û lêçûna malbateke xizan û navîn, bikaribe bikaranîna kareba xwe di navbera 400 – 700 kîlowat de xerc bike, ku nirxê her du astan 72 - 108 dînaran e. Berî her tiştî divê em dev ji têgeha "Amper" berdin ku ji aliyê zanistî yê karebayê ve şaş e û divê ji niha û pê ve em xwe bi kîlowat/saetê re fêr bikin. Astên nirxên karebayê jî bi vî rengî ne:
Asta yekê: Mehê 0-400 kîlowat/saet bê bikaranîn, nirxê wê 72 dînaran e.
Asta duyê: Mehê 401-800 kîlowat/saet bê bikaranîn, nirxê wê 108 dînaran e.
Asta sêyê: Mehê 801-1200 kîlowat/saet bê bikaranîn, nirxê wê 175 dînaran e.
Asta çarê: Mehê 1201-1600 kîlowat/saet bê bikaranîn, nirxê wê 265 dînaran e.
Asta pêncê: Mehê ser 1600 kîlowat/saet bê bikaranîn, nirxê wê 350 dînaran e.
Yanî, eger tu wek welatî mehê 360 kîlowat kareba bikar bînî, wê demê 360 x 72 dînaran tê kirin û 25,920 dînaran lêçûna bikaranîna kareba te ye. Û eger bikaranîna te bigihêje, bo nimûne, 500 kîlowat/saet, wê demê tenê 100 x 108 dînaran tê kirin û bi 25,920 dînaran re tê komkirin, bo nimûne digihêje 10,800. Bi vî awayî, bi her du nirxan, tenê ji bo mehek kareba, nêzîkî 36 hezar û 750 dînaran te daye.
Bi giştî, di projeya Rûnakî de welatî pareke kêmtir didin. Bo nimûne, eger berê te nêzîkî 670 kîlowat di saetekê de kareba bikar bianiya, diviyabû te 65 hezar dînaran bidaya, lê niha di bin 58 hezar dînaran re ye. Bi vî awayî, karebayeke baştir û 24 saetî bi nirxekî kêmtir ji bo te heye. Ji aliyekî din ve, bi saya vê sîstema pêşketî, welatî di bikaranîna karebayê de zêdegaviyê nakin û bi hişyarî, li gorî pêdiviyên xwe karebê bikar tînin. Li gorî data û zanyariyên ku ji projeya Rûnakî gihîştine ber destê me, 64% ji wan welatiyên ku ketine nav projeya Rûnakî û 24 saet kareba wan heye, kêmtir ji 800 kîlowat/saet karebê bikar tînin, yanî di navbera nêzîkî 39,000 hezar dînaran heta 72,000 hezar dînaran de. Ji aliyekî din ve, hikûmeta Herêmê gelek piştgirî ji bo hevbeşên karebayê ragihandine, ku ev jî ji bo xizmetkirina welatiyan e. Bêguman divê em wê yekê ji bîr nekin, dema welatî pereyê Ampera jeneratorê dida, ew qas kareba bikar bianiya yan na, ti pîvanek nebû, rasterast diviyabû pereyê hemû Amperan bida, ku bi teqezî bi du çavkaniyên bikaranîna karebayê (kareba niştimanî û kareba jeneratorê) karebayeke kêm û birîn birîn û pareke zêdetir dida.
Gelo hûn dikarin wan piştgiriyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Karebayê di çarçoveya projeya Rûnakî de dide welatiyan, ji me re zelal bikin? Gelo di pêşerojê de niyeta we nîne ku zêdetir piştgirî li welatiyan bê kirin?
Dabînkirina karebayeke 24 saetî bi xwe piştgiriyeke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo welatiyan. Digel vê yekê, ji bo piştevanî û piştgiriya welatiyan û ji bo ku ew xwe bi şêwaza nû ya karebayê re fêr bikin, her hevbeşek, an welatiyek di sê mehên yekem ên projeya Rûnakî de tê piştgirîkirin bi daxistina beşeke mezin ji nirxê kareba wî. Bo nimûne, di meha yekem de bi rêjeya 50%, yanî nîvê nirxê kareba wî jê tê standin, di meha duyem de 25% û di meha sêyem de 15%. Bi vê piştgiriyê, di kêmtirî sê mehan de welatî dizanin çi bikar bînin û nirxê wê çend e, û ew xwe pê re fêr dikin û li gorî karîna xwe ya darayî û pêdiviyên xwe yên serekî karebê bikar tînin. Herwiha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna dawî ya Encûmena Wezîran de biryara dabînkirina 200 milyon dolarî da, da ku beşek ji wan nirxên ku welatî didin piştgirî bike. Herwiha, di pêşerojê de em ê gelek piştgiriyên din ji bo hevbeşên karebayê ragihînin. Yek ji wan piştgiriyan jî dabînkirina cîgir e ji bo wan amûrên ku karebê zêde bikar tînin, wek boylerên ava germkirinê, bi dabînkirina sîstema enerjiya rojê.
We amaje bi wê yekê kir ku nirx li ser çend astan hatine dabeşkirin, yanî cureyek ji bilindbûnê tê de heye. Gelo ev şêwaz heta çi radeyê di xizmeta welatiyan de ye, bi taybetî çîna xizan û navîn?
Felsefeya ku heta karebayeke kêmtir bikar bînî, pereyeke kêmtir didî, bi hemû pîvanên zanistî û heta yên olî re jî li hev dike, bi wê yekê ku mirov nabe zêde mesrefê "îsrafê" di wê samanê de bike ku ketiye ber destê wî. Ji aliyekî din ve, divê ew welatiyên ku xizan in, an dahata wan kêm e, Hikûmeta Herêmê hesabê wan bike. Ji ber vê yekê, di astên jêrîn de pereyê kareba wan hatiye danîn. Bo nimûne, eger malek 15 gloverên wê hebin û televîzyon, cilşo, sarker, mobaride, ûtî û çendîn amûrên biçûk ên karebayî yên din hebin, di asta 400 kîlowat/saet de karebê bikar tîne, bi vê yekê tenê 28 hezar û 800 dînaran jê re hatiye. Dema ku diçe asta duyem, tenê ew qas kareba jê re tê hesabkirin ku di wê astê de bikar aniye. Welatiyên Kurdistanê jî di muameleya bi vê sîstemê re pir hişyar bûne û 64% di asta yekem de kareba xwe bikar anîne. Astên din, yên ku rewşa wan a darayî bilind e, nabe ku bi heman şêweyê welatiyê xizan û kêm dahat pereyê karebayê bidin û karebayeke pir zêdetir ji pêdiviya xwe bikar bînin, ku ev yek li ser hesabê menzûmeyê (sîstemê) û ew qas kareba ye ku tê dayîn welatiyê kêm dahat. Ji ber vê yekê nirx bilind dibin. Ez bawer dikim ev dadwerî ye û di piraniya sîstemên pêşketî yên cîhanê de tê peyrewkirin, bi wê yekê ku aboriyane karebê bikar bînin, yanî tu çiqas karebê zêdetir bikar bînî, divê pereyeke zêdetir jî bidî. Ev ne tenê li welatên Ewropayê, belkî li piraniya welatên cîran û cîhanê û welatên xizan jî tê cîbicîkirin. Nabe ku tu li jûrekê nebî û kareba wê pêketî be, an amûrên ku karebê zêde dikşînin, bi berdewamî pêketî bin. Ev bi xwe zirarê dide temenê amûrê û heta gelek bûyerên agirpêketinê û jidestdana can jî çêbûne, ji ber vê bikaranîna zêdegaviyê.
Derbarê kareba piraniya wan sîtiyên (komelgehên niştecîbûnê) ku berê bi nirxekî giran, an bi kart kareba ji wan re dihat dayîn û gazinên wan hebûn, gelo di projeya Rûnakî de nirxê wan jî wek sîstema nirxê projeya Rûnakî lê tê?
Projeya Rûnakî ne tenê li ser bingeheke zanistî û aqilane hatiye damezrandin, belkî rêzgirtin li dadweriyê jî tê de hatiye kirin. Ji ber vê yekê, her sîtîyek, an projeyeke niştecîbûnê ku bikeve nav vê projeya Rûnakî, nirxê wê wek hev lê tê. Yanî nirxê "Haykost" ku 165 hezar dînaran bû, yanî bilind nedibû, ew bi dawî dibe û ew jî nirxên wan wek astên nirxên karebayê ne û bi bilindbûnê dibe.
Heta niha plan û bername ji bo projeya Rûnakî çawa ye, ji ber ku welatî bi berdewamî dipirsin kengê projeya Rûnakî digihêje taxên wan?
Proje bi hûrgilî, zanistî û bi hemahengî ligel tîma Serokatiya Encûmena Wezîran û Wezareta Karebayê birêve diçe. Va ye niha li seranserê Herêma Kurdistanê û li navenda her sê bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê zêdetirî yek milyon welatî kareba 24 saetî ji wan re hatiye dabînkirin û zêdetirî 1300 jenerator hatine rawestandin. Digel berfirehbûna gelek çaksaziyan di tora kareba taxan û stasyonan û pîvanên karebayê de û diyarkirina serpêçiyan tê kirin. Serpêçî jî bi dawî tên, ji ber ku diyarkirina wê cezayê ku ji bo serpêçiyê hatiye danîn, guhertin tê de tê kirin û nabe kesek li ser hesabê berjewendiya giştî û heta cîranê xwe serpêçî û diziyê di karebayê de bike. Çawa dibe bila bibe, heta dawiya vê salê divê navenda bajarên mezin ên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê kareba 24 saetî ji wan re biçe û heta dawiya 2026an di planê de ye ku tevahiya Kurdistanê bibe 24 saetî. Ev îrade û vîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo xizmetkirina welatiyan ku em li Wezareta Karebayê wek werçerxaneke girîng dibînin di rêkxistina û dayîna karebayeke berdewam ji bo welatiyan. Ev yek dawî li karebayeke birîn birîn tîne û jîngeheke paqijtir ji me re dabîn dike û geşedanê dide cihên bazirganî jî û dawî li dayîna kareba du çavkaniyan jî tê anîn. Ji ber vê yekê, em li Wezareta Karebayê projeya Rûnakî wek projeyeke niştimanî ji bo xizmetkirina welatiyan û dawîanîna li kêşeya karebayê dibînin. Divê bi vî awayî lê bê nêrîn û her rexne û gazinên ku hebin, bi derbasbûna demê re rastî dê derkevin holê.
Gulan
