• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistan: 3 tûşbûyên Koronayê piştî çareseriyan baş bûn

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Kurdistan: 3 tûşbûyên Koronayê piştî çareseriyan baş bûn
Li Başûrê Kurdistanê 3 tûşbûyên vîrusa Koronayê baş bûne û piştî derbaskirina dema pêwîst li nexweşxaneyê, vegeriyane malên xwe.

Her sê tûşbûyên ku rewşa wan baş bûye, ji parêzgeha Silêmaniyê ne.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê, Dr. Sebah Hewramî ev yek ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand, her sê kes niha vegeriyane malên xwe.

Pêştir jî kesekî din li Herêma Kurdistanê ku tûşî vîrusa Koronayê bibû, baş bibû.

Ji destpêka tomarkirina haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Herêma Kurdistanê ve heta niha, 4 kes ji tûşbûyan baş bûne.

Rudaw
Top