• Tuesday, 10 February 2026
logo

Leşkerên Tirkiyê li Amedê operasyon dan destpêkirin

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Leşkerên Tirkiyê li Amedê operasyon dan destpêkirin
Li herêmên navçeya Licê ya girêdayî Ameda Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê operasyonek bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê dan destpêkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, artêşa wî welatî operasyon li deverên gundên Huseynik, Firdês û Pîrik ên Licê dest pê kiriye.

Hat zanîn ku piştî leşker derketine operasyonê li ser rêyên gundên navborî xalên kontrolê hatine danîn û ji ber operasyonê hejmareke zêde ya leşkeran bo herêmê hatine veguhestin.

Ji aliyên din heta vê gavê ti agahiyeke şer û pevçûnan jî nehatiye belavkirin.

Pêştir jî li gundên Pêçar, Mizag, Xeşederê, Barav û Axtîgan ku dikevin navbera navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hatibû destpêkirin.

Ew operasyona ku bi hinceta hebûna hêzên PKKê li wan navçeyan hatiye destpêkirin û helîkopterên cengî jî tê de beşdar in, berdewam dike.

Rudaw
Top