Çîn 1000 kîtên destnîşankirina Koronayê dide Herêma Kurdistanê
Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê, Ni Ruchi îro 15ê Adarê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Em dizanin ku pêwîstiya Kurdistanê bi keresteyên pizîşkî yên taybet bi Koronayê heye, lewma me zêdetir ji 300 hezar mask dane Wezareta Tendirustiyê ( ya Herêma Kurdistanê), daku pizîşk û perestyar wan maskan bi kar bînin”.
Ni Ruchi diyar kir: “Herwiha me daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kiriye ku di zûtirîn dem de hezar kîtên taybet bi destnîşankirina Koronayê ji me re bişînin û niha ew kît di rê de ne”.
Konsulê Giştî yê Çînê destnîşan kir, di van demên nêzîk de ew dê rêjeyeke zêde ya kelûpel û keresteyên pizîşkî yên xweparastinê bigihînin Kurdistanê û radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, daku di rûbirûbûna Koronayê de sûdê jê werbigirin.
Heta îro 15ê Adarê li gor Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, 34 kes li herêmê tûşî vîrusa Koronayê bûne, ku tûşbûna 6 kesan îro hat piştrastkirin.
Li gor amara Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), heta niha zêdetir ji 156 hezar kes li cîhanê tûşî vîrusa COVID-19 bûne, ku 73 hezar û 968 kes ji wan baş bûne û 5 hezar û 833 kes jî baş bûne.
Li welatê Çînê jî ku navenda sereke û destpêkê ya derketin û belavûna vîrusa koronayê ye, heta niha zêdetir ji 80 hezar kes li Çînê tûşî vîrusa Koronayê bûne, ku zêdetir ji 67 hezar kesan baş bûne û 3 hezar û 203 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
