Hewlêr - Nêzîkî 380 kesên ku ji Ewropa vegeriyane, hatine qerentînekirin
Berpirsê qerentîneya Hewlêrê, Feyzullah Mihemed ji BasNewsê re got, kî ji derve vegere em di çarçoveya pilana nehîştina Koronayê de wan dixin qerentînê, ji ber wê jî heta niha nêzîkî 380 kesên ku ji Ewropa vegeriyane, di qerentînê de ne.
Feyzullah Mihemed her wiha got, bi texmîna me ev hejmar dê zêde bibe ji ber ku rojane welatî ji Ewropa vedigerin. Ewê 14 rojan di qerentînê de bimînin.
Basnews
