• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Espaniya.. Amara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê digehe asteka metirsîdar

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Li Espaniya.. Amara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê digehe asteka metirsîdar
Dawî amara belavbûna Vayrosa Koronayê li welatê Espaniya amaje bi asteka metirsîdaa dikin.

Tenê di dema 24 demjimêrên burî de, zêdetir ji 2 hezar haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîne tomarkirin. Bi vî awayî jî, hejmara tûşbûyan bi vî derdî li Espaniya gehişte 7753 haletan.

Wezareta Tenduristîya Espaniya derbarê vê yekê ragehand, ji destpêka belavbûna evê Vayrosê di welatê wan de, heya niha 288 haletên mirnê bi sedema evî derdî hatîne tomarkirin. Di demekê de piranîya haletên tûşbûnê li Medrîd a Paytext hatîne tomarkirin, ku hejmara wan 3544 kes in.

Her bi sedema belavbûns Vayrosa Korona qedexeya hatinûçûnê li seransrî wî welatî hatîye ragehandin û tenê rê derketina wan kesan didin; ewên bo kirrîna pêdawîstên rojane derdikevin yan jî bo bi armanca çareserîyê serdana nexweşxaneyan dikin.

Wek hatîye ragehandin sube, Dûşembîyê, demjimêr 8:00ê sipêdeyê çend rêkarên din yên xweparêzîyê li welatî digirine ber.

K24
Top