Li Iraqê 7 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin
Şaneya Krîzan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku “qedexe ji saet 23:00 roja 17ê Adarê ve dest pê dike û heta roja 24ê Adarê berdewam dibe”.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê Al Iraqiya, Desteya Deriyên Sînorî di daxuyaniyekê de ragihandiye, Şaneya Krîzan a Iraqê ku bi biryara dîwanî ya hejmar 55 a sala 2020 hatiye pêkanîn, êvara îro bi serokatiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û bi amadebûna Serokê Desteya Deriyên Sînorî Omer el-Wailî civîna xwe pêk anî.
Li gor daxuyaniyê, “di civînê de pêşhatên rewşa tendirustiyê li Iraqê, rêkarên Wezareta Tendirustiyê û Jîngehê û herwiha Şaneya Krîzan ên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê hatin gotûbêjkirin, herwiha rêkar û biryarên pêwîst ên ji bo rûbûrûbûna vê vîrusê hatin dan”.
Her di heman civînê de biryar hatiye dan, ku qedexeya derketina derve ji saet 23:00 şeva 17ê Adarê dest pê bike û heta 24 Adarê berdewam be.
Rudaw
