• Tuesday, 10 February 2026
logo

Başûrê Kurdistanê: 5 kesên din li Silêmaniyê tûşî Koronayê bûn

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Başûrê Kurdistanê: 5 kesên din li Silêmaniyê tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tedirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, 5 kesên din li Silêmaniyê bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine.

Li gor daxuyaniyê, encamên pişkinînên 5 kesên din li Silêmaniyê pozetîv derketiye û tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava tûşbûyan de biryarek û du zarokên kesê ku îro tûşbûna wî bi koronavîrusê hatibû piştrastkirin, hene.

Herwiha xizmek û xwîşkeke tûşbûyê ku pêştir li Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû, di nava tûşbûyên îro de ne.

Bi vê yekê hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, bo 34 kesan bilind bû.

Her li gor Wezareta Tedirustiya Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve heta niha tûşbûyekî vîrusa COVID-19 baş bûye.

Piraniya tûşbûyên koronavirusê li Herêma Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ne. Ji 34 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 25 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê ne.

Rudaw
Top