• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Kerkûkê geşt û seyran hat qedexe kirin

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Li Kerkûkê geşt û seyran hat qedexe kirin
Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê ragehand, şaneya tekoşîna li hember vîrusa korona li Kerkûkê çend biryar derxistine.

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şaneya tekoşîna li hember vîrusa korona li Kerkûkê çend biryarekî derxistine ku ya herî serekî jî hemû cure qerebalix, bi taybet li bazarê Kelhê û Hesîreke û Domîz û Pira Xase, hatine qedexe kirin. Herwaha xal û rawestgeh hatine agahdar kirin ku rê ji xelkê re nedin bo seyranê biçin derveyî bajar.’’

Herwaha got: ‘’Daxistina firoşgeh, sînema, çayxane, hawûz û salonên bone û pîrozbahiyan berdewam dibe heta demekî ne diyar. Herwaha hemû cure kombûn qedexeye li bajar. Ev biryarane di berjewendiya giştî de hatine dayîn û ji bo tekoşîna li hember vîrusa korona ne li bajarê Kerkûkê.’’

Basnews
Top