• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îtalyayê Hejmara tûşbûyên vîrûsa Koronayê 21 hezar kes derbas kir

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Li Îtalyayê Hejmara tûşbûyên vîrûsa Koronayê 21 hezar kes derbas kir
Li Îtalyayê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 21 hezar derbas kir û heta niha hezar û 441 kesan ‎canê xwe ji dest dane û hezar û 966 kes jî baş bûne.‎

Serokê Komisyona Vîrûsa Koronayê li Îtalyayê Angelo Borrelli di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ‎roja Şemiyê li Îtalyayê 527 kes ji vîrûsa Koronayê rizgar bûne û 175 kesan jî canê xwe ji dest dane.‎

Borrelli got, heta niha li Îtalyayê 21 hezar û 157 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wê hejmarê hezar û 966 ‎kes baş bûne û hezar û 518 kes jî li malên xwe hatine varêzkirin.‎

Angelo Borrelli, Serokê Komisyona Vîrûsa Koronayê li Îtalyayê, dibêje, “Em ji hejmara wan kesan destpê bikin ku baş bûne, îro me navên 527 kesên baş bûne tomar kirin, ‎hejmara giştî digihe hezar û 966 kesan. Herwiha 2 hezar û 795 kesên me hene ku nû pê ketine, niha ‎hejmara giştî ya wan kesên bi vê vîrûsê ketine, 17 hezar û 750 kes in, hezar û 518 kes li malên xwe ne, ‎ji sedî 10ê bi vîrûsê ketine di jêr çavdêriya hûr de ne, hejmara wan kesan jî ku mirine 175 kes in.”

Rudaw
Top