• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka gefên tund li grûpên çekdar ên Iraqê dixwe

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Amerîka gefên tund li grûpên çekdar ên Iraqê dixwe
Peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, di encama êrîşa duhî ya li ser serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê de 3 serbazên Amerîka birîndar bûn, birînên du serbazan giran e.

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman gefa bersivdaneke tund li grûpên çekdaran xwar.

Amaje bi wê jî kir, ku hêzên Iraqê çend kesên cihê gûmanê ne desteser kirine.

Duhî serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê bi 33 mûşekên katyoşe hat armanckirin, ev êrîş jî piştî êrîşa roja roja Pêncşema bûrî tê, ku tê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanê hatibûn kuştin.

Piştre jî hêzên Amerîkî wek bersivdanekê ji wê êrîşê re, êrîşî ser binkeyên Hizbulaha Iraqî kir.

K24
Top