• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mizgeftên Filestînê: Bila welatî li malê nimêjê bikin

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Mizgeftên Filestînê: Bila welatî li malê nimêjê bikin
Mizgeftên Filestînê li hemû bajar, bajarok û gundên Filestînê daxwaz ji welatiyan kirin, ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa korona, li malên xwe nimêjê bikin.

Peyvdarê Hikûmeta Filestînê Îbrahîm Milhim diyar kir, duhî roja 14ê Adarê 3 haletên tûşbûna bi vîrusa korona li bajarê Bêt Lehim hatine tomarkirin û 6500 kes jî di kerentiya tenduristiyê de ne.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên bi vîrusa Korona li Filestînê gihîşt 38 kesan.

Peyvdarê Hikûmeta Filestînê daxwaz ji welatiyan kir, ji malê dernekevin û kombûnan nekin û girîngiyê bidin pakiyê.

K24
Top