Deqa gotara Mesrûr Barzanî ya taybet bi rêkarên rûbirûbûna petaya Korona
Deqa gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Bi nave Xwedêyê mezin û mîhreban
Welatiyên Xweşewîst:
Dixwazim di vê derfetê de rasterast behsa rênma û rêkarên di çend hefteyên bûrî de bo selameta we girtine ber bikim. Piştevanî û hevahengiya we gelekî girîng e, ji bo sînordarkirina belavbûna zêdetir a vê vîrusê.
Ji vir ve, bi pêwîstî spasiya komîtên wezarî bo rûbirûbûna vîrusa Korona û aliyên pêwendîdar bikim, ku tevî hewlên wan bo parastina welatiyan, berdewam in di dabînkirina pêwîstiyên rojane yên xelkê û kontrolkirina bazaran. Cihê xwe ye, spasiya Wezarta Navxwe, Hêzên Polis û Asayişê, yekîneyên îdarî û herwiha Wezareta Tenduristiyê bikin, ku bi awayekî meydanî şev û roj di xizmeta welatiyan de berdewam in. Spasî û pêzanîna xwe arasteyî wan tîmên firyadguzariyê, pişîk û peresteran dikim, ku di rêza pêşî de ne û jiyana xwe ji bo selametiya me dixin metirsiyê.
Aşkere ye Herêma Kurdistanê û wek hemû navçeyên din ên cîhanê, rûbirûyî gefa çaverênekirî bûye, ku ew jî petaya Korona ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî piraniya welatên cîhanê bû, bo girtina ber rêkarên xweparstinê derkirina rênimayên tenduristî. Her ji zû ve jî me budceyeke firyadguzariyê terxan kir û pêngavên pêwîst ji bo sînordarkirina belavbûna vîrusa Korona girtin, wek: Ragirtina xwendinê li dibistan, peymangeh û zanîngehan, kêmkirin û ragirtina dewama dam û dezgehan, sînordarkirina çûnûhatinê li deriyên sînorî, nehîştina kombûnên giştî û encamdana pişknîna pileya germiya laşê li firokxane û deriyên sînorî. Piştî lêkolînkirina rewşê, me biryar da çûnûhatina navxweyî ya parêzgehên Herêma Kurdistanê herwiha ligel navçeyên din ên Iraqî jî bên rawestandin, tenê heger haletên gelekî pêwîst nebin. Niha jî di qonaxekê de ne, pêwîst e çûnûhatina nav bajar û bajarokan jî sînordar bikin.
Welatiyên Birêz
Em her hewlekê didin, bo parastin û selametiya we xweşewîstiyan. Ew rêkarên digirin ber jî, hemû ji bo selametiya we ye. Bi taybetî qedexekirina çûnûhatinê ji bo wê ye, kêmtirîn pêwendî hebe û wan kesên hilgirên vîrusê bibînin, ji bo kesên din tûşî wê nebin.
Em li hember we berpirsyar in, hûn jî li hember xwe, kesûkar, nas û welatiyên din berpirsyar in. Ji ber wê, heger em hemû bi Hikûmet û welatiyan li seranserî Herêma Kurdistanê hevkariya hev bikin û rênimayan bicih bikin, dikarin rêgiriyê li belavbûna wê petayê biikin û çendî zûtir jî wê bikin, zûtir dikarin jiyanê asayî bikin.
Ev petaya ku Herêma Kurdistanê û zêdetir ji sed welatên cîhanê girtiye, ziyana wê ya canî hebûye. Heta li Herêma Kurdistanê 28 welatiyên tûşbûyî hene û yekî jî cane xwe jidest daye. Ji vir ve serxweşiyê li kesûkarên wî dikim û hêviya başbûnê I nexweşan re dixwazim.
Mixabin, divê bibêjin bandorên nerênî yên vê rewşê di rojên dahatû de zêdetir dibin. Lê tevî wê jî, her yek ji me dikare roleke bibandor li rêgirtina belavbûna vê vîrusê de hebe. Ji ber wê daxwaz ji we dikim, pabend bin bi rênimayên tenduristî yên Wezareta Tenduristiyê, berdewam destên xwe bison, çûnûhatinê û têkelbûnê di navbera xwe de sînordar bikin û heta dikarin li malê jî bimînin. Her dema we hest bi nîşaneyên tûşbûna bi vîrusê kir, pêwendiyê bi hêla germ (122) bikin, ji bo hevkarî û rênimayên pêwîst ji we re pêşkêş bikin.
Welatiyên Birêz
Gefên vê vîrusê li ser jiyana xelkê û herwiha ziyana wê ser rewşa aboriya m gelekî cidî û giran e. lê hûn agahdar in ku berê gefên gelekî metirsîdar tûbirûbûyî me bûn, ji ber wê dilniya me vê carê jî bi hevkariya hev û bi berçavgirtina rênimayên tenduristiyê, dikarin bi yekgirtiyane vê rewşa dijwar derbas bikin.
Ji vir ve, daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmetê û xwediyên milkan dikim, vê rewşê li ber çav bigirin û guzariyên dukandarên kirêçî bikin, ji bo her du alî bi hevbeşî ziyanan hilgirin û erkê kirêçiyan sivik bibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi girtina rêkarên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona û ziyanên wê ser aboriya Kurdistanê. Em hemû hewl û karînên xwe dikin bo parastin û selametiya welatiyên Herêma Kurdistanê, ji ber wê daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin, di vî erkî de hevkar û piştevanên me bin.
Di rojên dahatî de dezgehên Hikûmetê qonax bi qonax pêngav û rêkarên pêwîst bo rûbirûbûna vê rewşê, we agahdar dikin.
Spas bo piştevanî û xweragirtina we.
Hêvîdar in hûn hemû selamet û parastî bin û Kurdistan jî bihêztir û avedantir be.
K24
