Fermandeyekî din yê sipaha pasdarên Îranê ji ber Koronayê mir
Li Îranê roj bi roj hejmara mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê zêde dibe. Heta niha gelek berpirs, parlementer, siyasetmedar û fermandeyên serbazî jî ji ber wê nexweşiyê mirine û gelek jî pê ketine.
Li gorî medyaya Îranê, fermandeyekî din yê sipaha pasdaran bi navê Nasir Şeibanî ji ber nexweşiya Koronayê mir.
Çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdaran dane zanîn ku Nasir Şeibanî fermandeyekî mezin bûye û 37 sal bûye di nav refên sipahê de bûye.
Ev pêncemîn fermandeyê sipaha pasdarên Îranê ye ku ji ber Koronayê dimire.
Li gorî amarên fermî, heta niha li Îranê 514 kes ji ber Koronayê mirine û zêdetirî 11 hezar kes jî pê ketine.
Basnews
