• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêwiyên firokeya ji neçarî berê xwe dabû Enqerê hatin kerentînekirin

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
Rêwiyên firokeya ji neçarî berê xwe dabû Enqerê hatin kerentînekirin
Kesên di balafira ku ji Bexdayê diçû bo Stenbolê û ji neçarî berê xwe dabû Enqerê, di bin tedbîr û pişkinînên tund de ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û hatin kerentînekirin.

Tirkiyê roja 29ê Sibatê Iraq jî di nav de ji bo hejmareke welatan geştên asmanî ragirtibûn ku duh 9 welatên Ewropayê jî li wê biryara qedexeyê hatibûn zêdekirin.

Lêbelê şeva derbasbûyî, firokeyeke ku 57 kes tê de bûn, xwest biçe bo Stenbolê, lêbelê rê bi wê firokeyê nehat dayîn ku dakeve firokexaneya Stenbolê û wê firokeyê ji neçarî berê xwe da Enqerê.

Li firokexaneya Esenboga a Enqerê jî rê bi wan kesên di firokeyê de nehat dayîn ku derkevin û ji ber metirsiya hiligirtina Koronayê, ew hemû di bin tedbîr û pişkinînên tund de ji bo nexweşxaneya Zekaî Tahir Burak a li wî bajarî hatin veguhastin û li wê nexweşxaneyê tên kerentînekirin.

Li gor zanyariyan, ew kes dê 14 rojan di bin çavdêriyê de bimînin. Derbarê wê firokeyê de jî heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Rudaw
Top