• Tuesday, 10 February 2026
logo

WHOyê derbarê Koronayê de vîdeoyek bi Kurdî belav kir

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
WHOyê derbarê Koronayê de vîdeoyek bi Kurdî belav kir
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî vîdeoya ku bi mebesta xweparastina ji vîrusa Koronayê hatiye amadekirin, bi zimanê Kurdî jî belav kir.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) vîdeoyek derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de(Covid-19) amade kiriye.

Ew vîdoya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ku tê de tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê tên vegotin, bi zimanê Kurdî (Kurmancî) jî hat belavkirin.

Di wê vîdeoyê de, bersiva pirsa, ‘Vîrus çawa belav dibe û em dê xwe çawa biparêzin?’ tê bersivandin.

Vîrusa Koronayê ku li Çînê serî hilda û li seranserê cîhanê jî bi lez belav bû, heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 5 hezar kesan.

Rudaw
Top