• Tuesday, 10 February 2026
logo

Brîtanya daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike serdana Kurdistan û Iraqê nekin

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
Brîtanya daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike serdana Kurdistan û Iraqê nekin
Wezareta Derve ya Brîtanyayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nekin.

Di daxuyaniya de daxwaz ji hemwelatiyên Brîtanyayê tê kirin ku di maweyê 14ê Adar ta 16ê Adarê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nekin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê di agahdarnameyekê de bo hemwelatiyên xwe dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê ragihandiye ku ev jî ji bo rêlibergirtina belavbûna Koronayê ye û li Iraqê jî rewşa emnî ya wî welatî baş nîne û dibe ku xeraptir bibe.

Herwiha Wezareta Derve ya Brîtanyayê amaje bi wê dike, hemwelatiyên Brîtanî li gel gihiştina bo firokexaneyên Herêma Kurdistanê tên kerentînekirin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê amaje bi bûyerên emnî yên li Iraqê dike di heyama du mehên derbasbûyî de û dibêje, dibe ku di van heyaman de li Iraqê serinca zêdetir li ser hemwelatiyên rojava û berjewendiyên wan be û her ji ber wê yekê, girîng e Brîtanî bi hişyarî miamele bikin.

Li Herêma Kurdistanê tedbîrên tund bi mebesta rêlibergirtina belavbûna Koronayê hatine girtin ku di wê çarçovê de bo maweyê 48 demjimêran ku 12ê şeva derbasbûyî destpê kir, qedexeya hatinçûnê li nav bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hat ragihandin.

Heta niha 28 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûne, kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî çak bûye.

Rudaw
Top