ÇÎN – Hejmara kesên bi Koronayê mirine bû 3193 kes
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê, di maweyê 24 demjimêran de li wî welatî, 13 kesan canê xwe ji dest dane û 11 haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin.
Li seranserê Çînê, heta niha bi giştî 3 hezar û 193 kesan canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 824 kes jî tûşî Koronayê bûne ku rewşa 3 hezar û 610 ji wan giran e.
Her li gor amarên hatine belavkirin, 115 kes guman li ser heye tûşî Koronayê bûbin, 10 hezar û 879 kes di bin çavdêriyê de ne û 65 hezar û 541 kes jî çareseriya wan hatiye kirin û çak bûne.
Vîrusa Koronayê ku niha bi awayekî bi lez li cîhanê belav dibe, yekem car li bajarê Wuhan ê ser bi eyaleta Hubey a Çînê serî hildabû.
Herwiha Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ragihandibû ku vîrusa Koronayê nexweşiyeke pandemîk e.
Rudaw
