• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li ser sînorê Îranê 7 cenaze hatin dîtin

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
Li ser sînorê Îranê 7 cenaze hatin dîtin
tê payîn koçber û penaber bin
Li ser sînorênavbera Îran û Tirkiyeyê ( Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê) 7 cenaze hatine dîtin.

Di vê derbarê de Parêzgariya bajarê Wanê ya li Bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de behsa vê yekê kir ku hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li ser sînorên navbera Îran û Tirkiyeyê de 7 cenaze di bin berfê de dîtine.

Li gor daxuyaniya han ev 7 cenaze tê payîn yên koçberan bin ku di zistanê de jiber berfê canê xwe ji dest dane û ketine bin berfê.

Top