Li Amerîkayê rewşa awarte hat ragihandin
Donald Trump di konferanseke rojnamevaniyê de behsa tedbîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê kir û got ku ew xizmetguzariyên tendirustiyê yên pêwîst pêşkêşî xelkê dikin û pişkinînên pêwîst jî bo kesên gumanbar dikin bo ku rê li ber belavbûna vîrusa Koronayê bigirin.
Trump tekezî li ser ragirtina geştên ji Ewropayê bo Amerîkayê bo heyama 30 rojan kir û got, “Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ji me re dibêje, di miamelkirina li gel Ewropayê de hişyar bin.”
Serokê Amerîkayê geşbîniya xwe jî anî ziman û ragihand, vîrus dê bi dawî were û ew dê bihêztir bibin li paşerojê.
Her di çarçova rêkaran de, Donald Trump rewşa awarte li seranserê Amerîkayê ragihand û diyar kir, ew dê ji bo rûbirûbûna Koronayê ji budceya federalî 50 milyar dolar terxan bike.
Serokê Amerîkayê derbarê biryara rewşa awarte de jî got ku ew bi wê mebestê ye ku hikûmetê desthilata temam hebe bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê.
Ev di demekê de ye ku heta niha li seranserê cîhanê, zêdetirî, 5000 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyan jî her ku diçe zêde dibe.
Rudaw
