Li Tirkiyê hejmara kesên ku bi nexweşiya Koronayê ketine, gihîşt 5 kesan
Wezîrê tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, 3 kesên din li wî welatî bi nexweşiya Koronayê ketine.
Koca, bêyî ku agahiyên zêde li ser wan nexweşxan bide û cih û warê wan eşkere bike, da zanîn, ew nexweş jî bi her du nexweşên berê re di nav pêwendiyê de bûne.
Hikûmeta Tirkiyê ji ber nexweşiya Koronayê biryar da ji îro ve geşt di navbera wî welatî û 9 welatên Ewropî de were sekinandin.
Basnews
