Felah Seîd Mewlûd Elnecar, Rêveberê Giştî yê Veberhênana Kanzayî li Wezareta Samanên Xwezayî ji Gulanê re: Herêma Kurdistanê xwediyê gelek kanza û blokên kanzayî ye ku dikare veberhênaneke mezin tê de were kirin.
Felah Seîd Mewlûd Elnecar, Rêveberê Giştî yê Veberhênana Kanzayî li Wezareta Samanên Xwezayî ji Gulanê re: Herêma Kurdistanê xwediyê gelek kanza û blokên kanzayî ye ku dikare veberhênaneke mezin tê de were kirin.
Pirrengkirina aboriyê û kêmkirina piştevaniya bi petrolê, di xetên giştî yên karnameya kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Pêşxistina sektora pîşesaziyê û avakirina kargeha çîmentoyê ya "Dabîn" di vê çarçoveyê de ye, bi taybetî di warê veberhênanê de li sektora kanzayî, ku ji bilî vê kargehê, du kargehên din jî şopandina meydanî ji wan re kirine. Ev jî yekem car e ku li Herêma Kurdistanê kargeheke dostê jîngehê, bi rêya veberhênanê ji bo pêşxistina sektora pîşesaziyê dikare were avakirin. Li ser vê mijarê, kovara Gulan hevpeyvînek bi Felah Seîd Mewlûd Elnecar, Rêveberê Giştî yê Veberhênana Kanzayî li Wezareta Samanên Xwezayî re, pêk anî.
Em destpêka pirsa xwe bi vekirina kargeha çîmentoyê ya "Dabîn" bikin, ku gaveke girîng bû di warê veberhênanê de li sektora kanzayî. Wek Rêveberê Giştî yê Veberhênana Kanzayî, hûn çawa li vê destkeftiyê dinêrin?
Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Kanzayî, ku erkê wê lêgerîn û lêkolînkirina li pey samanên kanzayî bi hemû corên wan e, da ku samanên kanzayî jî ji bo berjewendiya giştî û aboriya Herêma Kurdistanê veberhênan tê de were kirin. Ji destpêka damezrandina kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, xetên giştî yên bernameya kabîneyê xebat bûye ji bo ku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng û piralî be û tenê pişt bi petrol û gazê neyê girêdan, ku du sektorên nearam û bêîstîqrar in di warê dahata xwe de. Ji vê nêrînê, girîngiyeke mezin hatiye dayîn bi sektora pîşesaziyê û pîşesaziya kanzayî jî dikeve vê çarçoveyê. Yek ji wan projeyên ku di demeke pir kurt de li ser rûberê 652 hezar metrekare, ji aliyê herdu kompanyayên (Dabîn Group) û (PowerChina) bi xerciya 280 milyon dolarî hatiye avakirin û dest bi berhemanînê kiriye, kargeha çîmentoyê ya Dabîn Group bû li parêzgeha Hewlêrê. Bêguman ev proje yek ji wan projeyan e ku di vê kabîneyê de kevirê bingehîn jê re hatiye danîn û berhemên wê bi kalîte û standardên cîhanî ketine bazarê. Di kargehê de jî baştirîn brandên Ewropî û Çînî hatine bikaranîn, da ku pêşbirkê li gel berhemên herî baş û bilind ên çîmentoyê bike li bazarên Iraq û herêmê.
Kargeh bi kapasîteya şeş hezar klinker, ku dike heşt hezar ton çîmento di rojekê de, û salane jî zêdetirî 2,000,000 (du milyon) ton çîmento tê berhemanîn. Herwiha, kargehê stasyoneke elektrîkê ya bi kapasîteya 52 megawatt elektrîk jî heye û Wezareta Elektrîkê neçar nabe ku miqdarek zêde elektrîk jê re dabîn bike. Ev tevî hebûna çar sîloyan ji bo depokirina çîmentoyê ye.
Hûn wek Veberhênana Kanzayî li Wezareta Samanên Xwezayî, heta çi radeyê we lêkolîn û vekolan ji bo aliyê jeolojîk ê wê navçeyê kiriye? Gelo di warê kêrhatina aborî de, ev kargeha çîmentoyê ya Dabîn heta çi radeyê serketî ye?
Wek Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Kanzayî, berê pisporî û lêkolîneke temam ji bo cih û kêrhatina aborî ya avakirina kargeheke çîmentoyê ya bi vî rengî li vî cihî hatiye kirin. Mînak, kevirê ku çîmento jê tê berhemanîn bi kevirê kilsê (limestone) navdar e û li vê navçeyê nêzîkî 150 milyon ton yedega wê heye, ango heta 50 salan dikare ev kargeha çîmentoyê berhemê bide. Herwiha, kargeh xwediyê çar sîloyên depokirina çîmentoyê ye bi tîreya 18 metre û bilindahiya 56 metre, ku bi awayekî cuda çîmentoya corê Portland a asayî û çîmentoya Sempatu hildigire. Ji vê girîngtir, kargeh dikeve devereke nêzîkî bajarê Hewlêrê ku ji bo veguhestin û şandina berhemên wê bo bajarên din ên Kurdistanê û başûrê Iraqê, xerciyeke zêde ya veguhestinê ji me re vedigere. Ji hemûyan girîngtir, ev kargeh xwedî şiyana peydakirina derfetên kar e ji bo hejmareke zêde ya xelkê navçeyê û Herêma Kurdistanê. Va ye di qonaxa yekem û niha de, karîbûye di kargehê de derfeta kar ji bo 1200 ciwanan ji xelkê navçeyê were peydakirin. Serokê Hikûmetê jî gelek girîngiyê dide mijara dabînkirina derfetên kar bi rêya sektora taybet û veberhêneran, û heta yasa ji bo bikaranîna rêjeya karkerên biyanî di nav van kargehên mezin û sektorên geştiyariyê de jî daniye. Bi giştî, em wek Samanên Xwezayî di van çend salên borî de, me gelek proje û lêkolîn di warên cuda yên mesha jeolojîk û lêkolîna kanzayî de encam dane. Çend cihên guncaw jî ji bo karkirinê tê de hatine destnîşankirin, ku kêrhatina encamdana veberhênanê tê de heye. Li Herêma Kurdistanê sê keresteyên xam hene ku kargehên çîmentoyê pişta xwe pê girêdidin û li Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke zêde hene, ew jî (kevirê kilsê - limestone), (ax - gil) û (gêç - gypsum).
Yek ji pirsgirêkên kargeh û karxaneyan mijara jîngehparêziyê ye. Hemû van kargehan dûkel û gazên jehrî hene, tevî bermayiyên req ên kargehan. Gelo heta çi radeyê rêz li jîngehparêziyê tê girtin, bi taybetî ku kargeh ketiye nêzîkî cihekî geştiyarî yê mezin, ew jî devera Bendava Gomaspanê ye?
Tîmên teknîkî û pispor ên rêveberiya me ya giştî, bi hemahengî li gel tîmên din ên Desteya Parastina Jîngehê, parêzgeh û yekeyên îdarî, girîngiyeke mezin didin mijara jîngehparêziyê. Cihê kêfxweşiyê ye ku di vê kargehê de girîngiyeke mezin bi jîngehparêziyê hatiye dayîn û fîlter ji bo hemû dûkel û gazên ku di encama prosesa berhemanîna çîmentoyê de çêdibin, hatine danîn. Heta çareseriya wê tozê jî hatiye kirin ku di vê kargehê de wek kargehên din ên çîmentoyê çêdibe. Tişta ku cihê dilxweşiyê ye ew e ku kompanyayê soz daye ku pondek (hewyzek) ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike, da ku qerebûya wê ava ku di prosesa berhemanîna çîmentoyê de bikar tînin, bike. Herwiha, hejmarek ji dibistanên gundên navçeyê jî nûjen kirine. Ez hêvîdar im ku di warê handana çandina daran û berfirehkirina qada daristanan de kompanya hevkar be, û piştgiriya birayên cotkar ên navçeyê jî bike ji bo girîngîdana bi darên bilind û fêkiyan li navçeyê, ji ber ku qada keskatiyê û daristanan rola wan di jîngehparêziyê de heye.
Pirsa me ya dawî bila li ser wan kanza û coran be ku piştî lêkolînê derketiye holê ku li Herêma Kurdistanê rêjeya wan zêde ye û dikare bi rêya veberhênanê karekî cidî li ser were kirin. Gelo em dikarin bizanibin heta niha çi kanza li Herêma Kurdistanê hatine dîtin?
Berî ku ez bersiva pirsê bidim, divê em wê rastiyê bizanibin ku hebûna kanza û veberhênana tê de du mijarên cuda ne. Ji ber ku hebûna kanzayê bi cor, rêje, miqdar û cihê kanzayê û kêrhatina aborî û veberhênana tê de ve girêdayî ye. Eşkere ye ku li cîhanê zêdetirî 58 corên kanzayan hene. Dîtina kanzayan, wergirtina nimûneyan (sample) û xebata li ser wan di laboratuwaran de karekî dijwar e ku pispor, jeolog û erdnas li ser dixebitin. Li Herêma Kurdistanê miqdarek zêde ji kanzayan tên dîtin, bi taybetî kanzayên ne-metalî (naflizi) ku beşeke mezin ji kevirên pîşesaziyê pêk tînin û dikare sûd ji wan were wergirtin ji bo pêşxistina binesaziya aboriyê. Hin kanzayên ne-metalî li Iraqê tenê li Herêma Kurdistanê hene, wek mermer, bazalt û barît ku girîngiyeke wan a mezin di pîşesaziyên nûjen ên pêşketî de heye. Ev ji bilî wan kanzayên metalî (flizi) ye ku heta niha ji ber hebûna wan li cihên sînorî, nekarîbûye lêkolîn, rûpîvan û vekolîneke têr û tesel ji wan re were kirin, da ku bikaribin bi awayekî hûr cor û miqdara yedega wan were diyarkirin. Zanyariyên destpêkê yên li ser kanzayan li Herêma Kurdistanê bi giştî hêvîdar in, eger lêkolînên têr û tesel û hûr ji wan re werin kirin bi mebesta bidestxistina zanyariyên hûr û pêwîstiyên zêdetir, da ku bikaribin di pêşerojê de plana xebatê ji wan re were darijtin. Ji aliyekî din ve, me çend cih destnîşan kirine ku ji bo veberhênan û karkirinê tê de guncaw in di warê pîşesaziya (çîmento, kerpîç, gêç, mermer û hwd.). Bi giştî, axaftina li ser kanzayan mijareke pir berfireh e û di çarçoveya vê hevpeyvînê de em nikarin heqê wê bi temamî bidinê.
