• Monday, 09 February 2026
logo

Memdûh Sîno Hacî Cemal, Endamê Berê yê PKKê ji Gulanê re: Ocalan Wekî Damezrînerê PKKê Gihîştiye Wê Qenaetê Ku Bê Rola Serok Barzanî Proseya Aştiyê Serkeftî Nabe

Memdûh Sîno Hacî Cemal, Endamê Berê yê PKKê ji Gulanê re: Ocalan Wekî Damezrînerê PKKê Gihîştiye Wê Qenaetê Ku Bê Rola Serok Barzanî Proseya Aştiyê Serkeftî Nabe

 

Memdûh Sîno Hacî Cemal, Endamê Berê yê PKKê ji Gulanê re: Ocalan Wekî Damezrînerê PKKê Gihîştiye Wê Qenaetê Ku Bê Rola Serok Barzanî Proseya Aştiyê Serkeftî Nabe

 

Memdûh Sîno Hacî Cemal, endamê berê yê PKKê ji Gulanê re: Ocalan wekî damezrînerê PKKê gihîştiye wê qenaetê ku bê rola Serok Barzanî proseya aştiyê serkeftî nabe.

Peyama Ocalan ji Serok Barzanî re werçerxaneke mezin e ber bi çareserkirina kêşeya Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji ber ku mercê Kurd û Kurdistanê roleke karîger di navxwe, herêmê û cîhanê de heye û, berdewam tekezî li ser aştî û pêkvejiyana gelan dike. Ji bo axaftina li ser pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û peyama Ocalan a ji bo çekdanîna PKKê, Kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Memdûh Sîno Hacî Cemal, endamê berê yê PKKê, saz kir.

Şanda DEM Partiyê peyama aştiyê ya Ocalan ji Îmraliyê ji Serok Barzanî re anî û, Serok Barzanî piştgirî da naveroka peyama Ocalan, ku armanca jê çareseriyeke aştiyane ye ji bo kêşeya Kurd li Tirkiyeyê. Gelo hûn serdana şanda DEM Partiyê ya ji bo cem Serok Barzanî çawa dinirxînin?
Dîrok û serpêhatiyên demê û ezmûna çendîn salî ya Herêma Kurdistanê, ji bo her takekesekî Kurd û parçeyên Kurdistanê û cîhanê jî selmand ku Cenabê Serok Barzanî bi wan kar û hewlên xwe yên di warê mirovahî, pêkvejiyan, aştî û aramiyê de, ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, belkî ji bo herêmê û hemû ew alî û welatên ku pê re şêwirîne, Serok Barzanî bûye sembol û kesayetiyekî bibandor, navbeynkar û aştîxwaz. Her wiha di wê dema ku Herêma Kurdistanê bûye xwedî parleman, hikûmet û serweriya yasa, em dibînin ku di gelek alî û waran de, bi taybetî li Iraqa Federal, dijayetî li dijî vê herêmê hatiye kirin. Bi taybetî bi birîna mûçe, bûdce û mafên darayî yên ku mafekî bi yasa hatiye rêkxistin. Her wiha Hikûmeta Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de û beriya wê jî ji ber karên terorîstî û şovenî, ji bilî ku bi hezaran koçberên herêmên navend û başûrê Iraqê, ew pêkhateyên olî û ayînî jî penaberî Herêma Kurdistanê bûn, bêyî ku ti aliyek an rêxistineke biyanî û navdewletî alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bike. Ew bi biryar û destpêşxeriya Serok Barzanî hemû koçber û penaber hatin hembêzkirin. Hemû ev û hekîmiya Serok Barzanî ji bo herêmê û tevahiya cîhanê derxist holê ku ew rêber û kesayetiyekî fedakar û mercê mezin ê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bêguman divê em wê yekê jî ji bîr nekin ku Serok Barzanî bû ku di salên 2012an û paşê de hewl da proseya aştiyê di navbera PKKê û Tirkiyeyê de ava bike. Li ser bingeha hemû wan rûdan û pêşhatana, Serok hewl daye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li hemû parçeyan. Ew di proseya aştiyê ya vê carê de bawerî û têgihiştina rastîn a Abdullah Ocalan gihişt wê yekê ku divê rola yekem û serekî ji bo serkeftina proseya aştiyê di navbera PKKê û dewleta Tirk de, wek mercê gelê Kurd û Kurdistanê, divê Serok Barzanî rola xwe bilîze. Ji ber vê yekê jî şanda DEM Partiyê ku serdana Îmraliyê dikir ji bo dîtin û گفتوگۆkirina ligel Ocalan, ew di dawiyê de Ocalan peyamek hebû ku di destpêkê de û rasterast berî ku ji her aliyekî re bê dayîn, ji Cenabê Barzanî re bê dayîn, da ku bikaribe bi wê karîzma û giraniya ku Cenabê wî li herêmê û Tirkiyeyê heye, kar ji bo wê yekê bike ku proseya aştiyê ya ku biryar e di navbera PKKê û Tirkiyeyê de pêk were, serbikeve. Çekdarên PKKê jî gihiştine wê qenaetê ku bêyî rola Cenabê Serok Barzanî prose serkeftî nabe.
Ocalan bi fermî daxwaz kiriye ku PKK çek deyne û dawî li şer bîne. Serkirdetiya Qendîlê ya PKKê di kongreya xwe de bi devkî pêşwazî li vê peyamê kiriye. Gelo PKK dê bi awayekî pratîkî vê peyama Ocalan cîbicî bike?
Ji damezrandina PKKê û heta niha jî, ku heyama zêdetirî (25) salan e Ocalan di zindanê de ye, her biryar, peyam û axaftineke wî kiriye, bi taybetî ew peyamên ku rasterast ji bo PKKê bûne, serkirdeyên siyasî, leşkerî û çekdarên PKKê pê pabend bûne û ji gotina wî derneketine. Belê, ligel gihîştina peyama Ocalan ji Qendîlê re, bê sê û du PKKê ragihand ku ew biryara Ocalan wek serokê wan û damezrînerê PKKê ye û ew ê pê pabend bin û cîbicî bikin. Her wiha PKK bi hemû bask û komên xwe ve pabendî wê yekê jî dibin ku çek deynin. Ew bû ku di (5 heta 7/5/2025) de PKKê kongreya xwe saz kir û li wir biryar da ku pabendî peyama serokê xwe bin, bi mercê ku niha yekalî be jî, çekên xwe bêdeng dikin û ji bo çekdanînê jî dê yekcarî be, divê dewleta Tirk jî gavên xwe yên pratîkî biavêje û pêşî divê ew mercên hanê cîbicî bike: Yekem: Biryar û yasayeke bi navê "Hêvî" heye, divê bê rakirin/betalkirin, ku bi wê biryarê Ocalan û heval û alîgirên wan di zindanê de ne. Duyem: Hejmarek zindanî hene ku PKKê û alîgirên wan in, ku hejmara wan digihîje (4000) kesî, divê bên azadkirin. Sêyem: Divê ew biryara ku PKK pê wek "terorîst" hatiye binavkirin, bê rakirin. Bêguman eger niyeta Erdogan ew be ku proseya aştiyê serbikeve, divê ew mercên destpêkê cîbicî bike. Piştî vê yekê, PKK dê bi çavdêriya navdewletî û Amerîkayê çekên xwe deyne. Niha jî ku biryara xwe-hilweşandinê dane, ev yek wateya çekdanînê jî dihewîne. Ji aliyekî din ve, Ocalan pir bi cidî ligel wê yekê ye ku kêşeya Bakurê Kurdistanê bi çek û şer bi dawî nebûye û divê rêya aştî û medenî bigirin ber xwe. Ji ber vê yekê ez piştrast im ku PKK dê di demeke nêzîk de çekên xwe deyne û bi ti awayî nekeve nav çarçoveya şer, ji ber ku niha jî artêşa Tirk ji bo ser çekdarên PKKê û Qendîlê di êrîşên leşkerî û operasyonan de berdewam e, ku divê ji bo serkeftina proseya aştiyê ew pêşîlkirin nemînin.
Em werin ser bandora DEM Partiyê di nav Kurdên Tirkiyeyê de. Gelo Kurdên Tirkiyeyê DEM Partiyê wek nûnerê xwe dizanin? Gelo hûn rol û bandora DEM Partiyê û Selahattîn Demîrtaş ji bo proseya çareseriya aştiyane ya kêşeya Kurd li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Ev pirs pir girîng e û dibe ku hin alî û çekdarên PKKê jî heta astekê qebûl nekin, ji ber ku DEM Partî, em bêjin an nebêjin, rêxistineke medenî ya bihêz û jêhatî ye di dema niha de û ji wê dema ku ava bûne, kar û hewldanên wan ji bo cemawer û gelê Bakurê Kurdistanê bûne û karîne ji hemû ew komel, kom û aliyên din ên Bakurê Kurdistanê cemawereke zêdetir ber bi xwe ve bikişînin. Her ev e ya ku kiriye bi hejmareke baş di Parlamentoya Tirkiyeyê de kar bikin û li ser maf û daxwazên Bakurê Kurdistanê jî dengê xwe bilind bikin û projeyên wan hene. Lê pêwîst e DEM Partî ji bo zêdetir geşbûn û bidestxistina mafên Kurdan li Tirkiyeyê, ligel komel û aliyên Kurdî yên din li hev bikin, wê demê dê cemawerê wan pir zêdetir bibe. Derbarê Selahattîn Demîrtaş de, ew kesayetiyekî siyasî û rewşenbîr ê gelê Bakurê Kurdistanê ye û cemawer, deng, reng û bandora wî heye. Lê divê em wê yekê jî bêjin ku cemawer û serkeftina DEM Partiyê ji bo wê yekê jî vedigere ku eger bi aşkera nebe jî, bi dizî peywendiyên wan ligel PKKê û Qendîlê hene.
Recep Tayyîp Erdogan li Tirkiyeyê pêwîstiya wî bi dengê Kurdan heye ji bo ku careke din bibe serokkomar û divê destûra Tirkiyeyê biguherîne. Ligel Herêma Kurdistanê jî berjewendiyeke mezin a aborî û bazirganî heye. Ev ji bilî heybeta Serok Barzanî ku li her çar parçeyên Kurdistanê niha wek mercê hemû Kurdan tê dîtin. Gelo merceiyeta Serok Barzanî heta çi radeyê dibe misogeriya çareserkirina aştiyane ya Kurdan li Rojava û Bakurê Kurdistanê?
Pêşî, di serkeftina proseya aştiyê û gavavêtina ji bo guhertina destûra Tirkiyeyê de, bi taybetî ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve, Cenabê Serok Barzanî, wekî em dizanin, bandor û giraniyek mezin li ser Tirkiyeyê, bi taybetî li ser Erdogan, heye. Her wiha ew peywendiya dîplomatîk û bazirganî ya mezin a ku di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de heye, yek ji wan sedeman e ku dibe sedema serkeftina proseya aştiyê û karkirina ji bo guhertina destûrê. Ji ber ku di demekê de ku Erdogan bixwaze careke din bibe serokkomarê Tirkiyeyê, ew bi piştrastî pêwîstiya wî bi dengê xelkê Bakurê Kurdistanê û Kurdan heye. Ew deng jî nayên bidestxistin, eger destûr neyê guhertin û maf û berjewendiyên gelê Kurd tê de neyên bicîkirin. Her çiqas ew prose li Tirkiyeyê zehmetî û demeke dirêj dixwaze, lê di demekê de ku Tirkiye bixwaze proseya aştiyê serbikeve û dengê Kurdan ji bo xwe bikişîne, divê destûr bê guhertin.
Eger çareseriya aştiyane ya kêşeya Kurd li Tirkiyeyê serkeftî bû, peywendî li ser hemû astan di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên Kurdî yên Tirkiyeyê de dê bikeve qonaxeke pir pêşketî, ku Kurdên Tirkiyeyê dê hêsantir werin Herêmê û Kurdên vir jî dê hêsantir biçin bajarên Tirkiyeyê. Gelo ev yek nabû faktorek ji bo ku pirsa Kurd bigihîje qonaxeke pêşketîtir?
Serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyeyê dike ku sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de pir kêm bibin û hatûçûna rojane di navbera xelkê Başûr, Rojava û Bakur de zêdetir dibe, ji ber ku berjewendiya hemû xelkê parçeyên Kurdistanê di wê yekê de ye ku proseya aştiyê serbikeve. Ew gundên ku li Başûrê Kurdistanê ne û ziyan dîtine, zêdetirî (600) gund in û tenê (200) gund li sînorê Amêdiyê ne ku ji ber şer û operasyonên artêşa Tirk hatine valakirin, hemû ev gund dê bên avakirin û xelk û xwediyên erd, bax û rezan dê vegerin ser mal û milkê xwe.

Top