• Sunday, 08 February 2026
logo

Nehro Rewandzî, Cîgirê Serokê Komîteya Neft û Gazê li Encûmena Nûneran a Iraqê ji Gulanê re: Mijara neftê li Iraqê û hemû mijarên din ên mafên Kurdan ketine bin bandora siyasî, mîlîşya û partiyan.

Nehro Rewandzî, Cîgirê Serokê Komîteya Neft û Gazê li Encûmena Nûneran a Iraqê ji Gulanê re: Mijara neftê li Iraqê û hemû mijarên din ên mafên Kurdan ketine bin bandora siyasî, mîlîşya û partiyan.

Nehro Rewandzî, Cîgirê Serokê Komîteya Neft û Gazê li Encûmena Nûneran a Iraqê ji Gulanê re: Mijara neftê li Iraqê û hemû mijarên din ên mafên Kurdan ketine bin bandora siyasî, mîlîşya û partiyan.

 

Şovînîstên dijî Kurdan di nav hikûmeta Iraqê û Wezareta Neftê ya Federal de, bi zîhniyeta dijayetiya Kurdistanê û rawestandina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, zêdetirî 24 milyar dolar zirar gihandine aborî û darayiya Iraq û Herêma Kurdistanê. Binpêkirina mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya cîbicîkirina ajandayeke derve de, dûrî hesta niştimanî berdewam e û ev zêdetirî du salan e ku ev dosya di rewşeke asê û bêçareserî de maye, û her carê aloziyek û pirsgirêkeke nû diafirînin. Kovara Gulanê di hevpeyvînekê de ligel Nehro Rewandzî, Cîgirê Serokê Komîteya Neft û Gazê li Encûmena Nûneran a Iraqê, ev mijar nirxandin.

Li gorî sererastkirina yasaya bûdceyê û wê benda ku bi lêçûna hilberîna nefta zeviyên neftê ve girêdayî ye, diviyabû di nav 60 rojan de Bexda ligel kompaniyan li hev bikira, da ku texmînek ji bo lêçûna hilberîna zeviyên neftê li Herêma Kurdistanê bikin û dest bi hinardekirinê bihata kirin. Pirs li vir ew e, çima heta niha ev dosya bêçareserî maye?
Di danûstandinên dosyaya hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de ti pirsgirêk tune ye, her wekî ku di mijara sererastkirina yasaya bûdceyê di maddeya 12 bendê duyem / c de hatiye, tişta ku bi lêçûna hilberîn û veguhestina nefta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye, di nav hola parlemanê de hat pejirandin û lêçûna destpêkê ya hilberîna neftê li Herêma Kurdistanê bi 16 dolaran hat destnîşankirin, heta ku kompanyayeke biyanî û bêalî di nav du mehan de lêçûna rastî ya hilberîna neftê ji zeviyên neftê yên Herêma Kurdistanê diyar bike. Lê di guftûgoyan de mijarên nû derketin pêş, wek mînak ji wan 280 hezar bermîlên neftê ku rojane ji zeviyên neftê yên Herêma Kurdistanê tên hilberandin, Herêma Kurdistanê daxwaza 115 hezar bermîl neft kiriye da ku bê parzûnkirin û ji bo bikaranîna navxweyî bê bikaranîn. Herwiha di yasaya bûdceyê ya ku hat sererastkirin de, di maddeya 12 de behsa wê yekê nehatiye kirin ku 16 dolar bên xerckirin, da ku ew nefta ku ji Herêma Kurdistanê derdikeve ji bo navxwe bê bikaranîn, ev jî pêwîstî bi sererastkirinê heye. Niha ew nefta ku diçe derve, hikûmeta Iraqê perê wê daye ku 16 dolar e, baş e, ew çend sed hezar bermîl nefta ku rojane ji bo bikaranîna navxweyî tê xerckirin, kî perê wê dide? Ev yek pêdiviyên welatiyên Kurdistanê dabîn dike û tawîz li ser nayê kirin. Şanda Iraqê razîbûna xwe nîşan daye ku 115 hezar bermîl neft di navxwe de bê bikaranîn, ku dibe benzîn û mazot û hemû ew tişt tên xerckirin, lê dîsa pirsgirêkeke din derxistine, bi wê yekê ku divê dahata wê ji bo hikûmeta Iraqê vegere. Me merca wê yekê xwestibû, ku ew 16 dolarên hilberîna neftê jî bidin wan kompaniyên ku vê neftê hildiberînin, lewma ev jî pêwîstî bi sererastkirinê heye da ku ew 115 hezar bermîl di yasaya bûdceyê de bên bicihkirin û ew 16 dolar jî ji bo wan bên xerckirin. Mixabin hikûmeta Iraqê dûrî hemû bingehên destûrî û yasayan û heta biryarên Dadgeha Federal û urf û lihevkirinan tevdigere û daxuyaniyên tund belav dike, ku dûrî hemû bingehên (hevsengî, lihevkirin û hevparîyê) ne. Ew di bûdceya serweriyê de ku para me jî tê de ye, piştgiriya pereyê neft û benzînê ji bo xelkê parêzgehên xwe dikin, heta ew miqdara nefta spî ya ku şandin û sêyeka pêdiviya navxweyî ya Herêmê jî pêk nayne, ji rêjeya sedî ya hatî ji 50 milyon lîtreyî jî tenê bi rêjeya 66% hat û ew jî birîn. Min bi xwe çar doz li ser vê mijarê li Dadgeha Federal vekirine û min bi xwe jî parêzerî kiriye, di arşîva kompanyayê de belge jî hene, lê razîbûn li ser her çar dozan nehat dayîn. Bi rêya pêwendiyên xwe ligel Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê beriya dema dadgehê me li ser wan mijarên ku min dixwest bên cîbicîkirin guftûgo kir, lê paşê li gorî wê lihevkirinê, ew 115 hezar bermîlên ku tên xerckirin dahata wê ji bo hikûmeta Iraqê ye. Me jî ew merc destnîşan kir, ku divê ew neft wek xwe bigihîje welatiyên Kurdistanê û di benzîn û gazê de jî para me hebe û pêdiviyên welatiyan bên dagirtin. Lê gumana me heye ku hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina mijara neft, benzîn û gazê bi heman şêweyê piştgiriya bihayê ku dide welatiyên Iraqê, bide welatiyên Kurdistanê jî.
Lê pirsgirêka wî yek milyar dolarê deynê kompaniyan jî heye, gelo ev mijar gihîştiye kû derê?
Mijara deynê kompaniyên neftê ku yek milyar dolar e, bi şaşî di ragihandinan de behsa wê tê kirin. Ew mijar wê demê bû ku li gorî biryara Dadgeha Federal hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin, ku diviyabû bi rêya «SOMO» bihata şandin. Nêzîkî sê mehan ew kompaniyên neftê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, rojane 60-90 hezar bermîl neft radestî parzûngehên Iraqê dikirin, bêyî ku tiştek ji wî pereyê ku diviyabû ji wan re bihata dayîn, ji wan re dabîn bikin. Lê ev mijar ne pirsgirêkeke ewqas mezin e ku bibe sedema rawestandina ji nû ve hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê. Tişta ku pirsgirêk e ji niha û pê ve ye, ku divê bê zanîn lêçûna hilberîna neftê li ser çi şêwazê tê xerckirin. Li vir kompanya daxwaza garantiyê dikin û mafê wan e ku vê daxwazê bikin.
Ma tu wisa nafikirî ku Bexda bi vê doza ji nû ve hinardekirina neftê û lihevkirina ligel kompaniyên neftê yên ku li Kurdistanê kar dikin, bi heman şêweyê biryara şandina mûçeyan muameleyê dike, mîna ku me Kurdan parsekî kiribe?
Mijara neftê jî li Iraqê li hemberî Kurdan, wek hemû mijarên din ên mafên Kurdan, ketiye bin bandora siyasî, mîlîşya, partiyan û pevçûna di navbera Amerîka û Îranê de. Ji ber vê yekê, erê, bi heman şêweyê mûçeyan muamele ligel vê dosyeyê jî tê kirin. Mixabin desthilatdarên Iraqê û aliyên wan ên siyasî berdewam di nav mûzayedeyên siyasî û kampanya û propagandaya hilbijartinan de ne û nekariye xwe ji çarçoveya îdeolojiya teng a partîtî û dijayetiya Kurdan rizgar bikin, di demekê de ku wek roja ronî dizanin ku peymanên Herêmê baş û yasayî ne û ew bi xwe jî di peymanên nû de teqlîda peymanên Herêmê dikin.
Ji aliyekî din ve, pirsgirêk aloz in. Mînak, ji aliyekî ve Tirkiye dixwaze nefta Herêma Kurdistanê ji nû ve bê hinardekirin, ji aliyekî din ve naxwaze. Iraq ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku li gorî biryara Dadgeha Parîsê milyarek û 500 milyon dolar cezayê pere bide, li hember wê nefta ku berê bi rêya boriyan hatibû hinardekirin. Li beramberî vê, Tirkiye daxwaz dike ku ji ber rawestandina hinardekirina neftê bi boriyan ji roja ku hatiye rawestandin, Iraq cezayê pere bide Tirkiyeyê, ku du sal derbas bûne û hemû li ser hikûmeta Iraqê tê hesibandin û gihîştiye zêdetirî 700 milyon dolar cezayê pere. Ji aliyekî din ve, aborî di nav mîlîşyayên Iraqê de ye û dizî û birina neftê li derve li herêmên navîn û başûrê Iraqê bûye mafya. Bi vî awayî, bi ti şêweyî piştrastî tune ye ku nefta Iraqê ji bo Iraqiyan be. Ew ji bo berjewendiyên xwe di nav dosyaya neftê de tevlihevî û aloziyan çêdikin û heta hemû dosyeyên neft, dahata navxweyî û mûçeyên karmendan berevajî wê destûr, yasa û dadgeha federal a ku îdîaya wê dikin, tevdigerin. Berdewam Herêmê dikişînin nav aloziyên çêkirî yên nû. Baş e, welatekî ku rojane di navbera 4-4,5 milyon bermîl neft bifiroşe, ev rewşa darayî û aborî ya welatê wî be, ev yek bê guman ji ber neşefafiyet, gendelî, bêserûberî û lawaziya performansa wezaretên Iraqê ye. Ji ber vê yekê, pir zehmet e ku li Iraqê di mijara neftê de şefafiyet hebe û rê li ber destwerdan û tawanên di vê dosyeyê de bê girtin.
Di livandin û şopandina van mijaran de, çima nûnerên Kurd li Bexdayê lawaz in? Gelo ev yek ji ber arasteya hin partiyên Kurdistanê ye ku berjewendiyên Kurdan li Bexdayê tevlihevî berjewendiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kirine?
Em nûnerên Kurd li Bexdayê kêmasiyeke me heye û em ne di asta pêwîst de ne, bi giştî ji hemû partiyan bê cudahî. Mînak, di bûdceya Iraqê ya ku tê danîn de, em parlementer bi giştî, tevî parlementerên Kurd jî, roleke me ya çavdêriyê heye ku ev bûdce çawa tê cîbicîkirin û gelo wezaret li ser wî miqdarê pereyê ku ji wan re hatiye danîn, xerciyên wan hene û ji bo çi hatiye xerckirin û çawa bûye. Mînak, di sala 2023an de Iraqê dikaribû 12 trîlyon û 500 milyar dînarê Iraqî xerc bike, lê zêdetir xerc kiriye, ku bûye 19 trîlyon û 500 milyar dînar, ango 7 trîlyon li ser wê bûdceya ku jê re hatibû danîn, xerc kiriye. Min nivîsek ji Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê re şand, lê bersiv nedan. Bi rastî gelek mijar hene ku em nûnerên Kurd li Bexdayê jê bêhay in.
Mijareke din a ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî girîng e, daketina nirxê neftê û îhtîmala zêdetir daketina wê ye. Gelo ev yek heta çi radeyê bandorê li aliyê aborî û darayî yê Iraqê dike?
Mijara neftê û nirxê wê, ku li gorî pirsên siyasî û leşkerî yên cîhanî û herêmî û miqdara hinardekirina nefta welatên OPEC Plus e, hemû bandorê li ser dosyaya nefta Iraq û Herêma Kurdistanê û mijarên aborî û darayî dike. Bilindbûn û daketina nirxê neftê di bin bandora wan şer û pevçûnên siyasî de ye ku li cîhanê rû didin, yan jî rû dane, bandorê li ser nirxê cîhanî yê neftê dike. Daketina neftê jî bandora wê li ser bûdceya Iraqê giran e. Bûdceyek ku zêdetirî 95% pişta xwe bi firotina neftê girêdabe, çawa daketina nirxê neftê bandorê li ser Iraq û Kurdistanê jî nake? Heger Iraq ji ber wan mîlîşyayan bikeve şerekî, wê demê ji bo aliyê wê yê darayî û aborî karesat e. Iraq dewleteke mezin e û hejmara niştecihên wê zêde ye û xerckirinên wê zêde dibin û beşa herî mezin a bûdceya wê jî pişta xwe bi dahata neftê girêdaye. Ji ber vê yekê girîng e ku dûrî siyasetê aliyên siyasî yên Iraqê ji bo debara jiyana hemû xelkê Iraqê tevî Kurdistanê jî, bêyî cudahî kar bikin.

Top