• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraq- 6 kesên din tûşî Koronayê bûn

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Iraq- 6 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Iraqê, beriya bi demekê ragihand, 6 haletên nû yên Koronayê li Iraqê hatine tomarkirin.

Êvara îro roja pêncşemê 12.03.2020an di beyannameyekê de Wezareta Tendirustî û Jîngeha Iraqê ragihand di taqîgehan de, 6 haletên tûşbûnê bi vîrusa Koronayê hatin piştrastkirin û tomarkirin, ku yek li Necef, yek li Resafe ya din jî li Bexda û çarên din jî li komelgeha pizîşkî ya Bexdayê bûne.

Herweha di beyannameyê de hatîye, tevahiya haletan li gel yên Herêma Kurdistanê jî bi vî awayî ne.

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi heta niha bi tevahî 83 kes tûşî Koronayê bûne.

Herwiha 2 kes ji wan baş bûne û 8 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine.

Basnews
Top