Çîn: Eger heye Amerîkayê Korona şandibe Wuhanê
Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê twitterê Lijian Zahao ragihand: “Kengî Korona li Amerîkayê derket? Hejmara wan kesên tûş bûne çend in? Navên nexweşxaneyên wan çi ne? Renge sûpayê Amerîkayê ev vîrus veguhaztibe Wuhanê.. Rûbirû bêjin! Zanyarîyan pêşkeş bikin! Amerîka deyindarê me ye bi ravakirina vê haletê û bersivdana van pirsiyaran. “
Vîrusa Koronayê beriya bi 3 mehan li bajarê Wuhanê peyda bibû û ji Çînê li hemû cihanê belav bû. Ji ber vîrusa Koronayê herî kêm 8 hezar însan li Çînê tûşî Koronayê bûn û nêzîkî 3 hezar însan jî ji ber Koronayê miribûn.
Basnews
