Îspanya- Wezîrek tûşî vîrusa Koronayê bû
Ajansên navdewletî îro roja pêncşemê 12.03.2020an aşkere kirine Wezîra Wekheviya Îspanyayê Irene Monteroyê û Cîgirê Serowezîrê Îspanyayê Pablo Iglesias, jî bi nexweşiya Koronayê ketine.Herwiha herdu berpirsên Îspanyayî niha di bin karentînayê de ne.
Li aliyê din biryare îro tevahiya kabîne ya hikumeta Îspanyayê di pişkinîna Koronayê re derbas bibin.
Amara dawî rêjeya tûşbûnê bi Koronayê li Ewrûpayê rêzbendîya wê bi vî awayî ye.
Îtaliya: 10 hezar û 149 tûşbûyî – 631 mirî
Îspanya: 2067 tûşbûyî- 47 mirî.
Fransa: 1784 tûşbûyî- 33 mirî.
Almanya: 1622 tûşbûyî- 3 mirî.
Basnews
