Li Hewlêrê kesekî din tûşî vîrusa Koronayê bû
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişkinînan de, testa koronayê ya kesekî din ku guman dihat kirin tûşî vîrusa COVID-19 bibe, pozetîv derketiye.
Li gor daxuyaniyê, kesê tûşbû zilam e û 45 salî ye.
Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, kesê ku nû li Hewlêrê tûşî vîrusa Koronayê bûye, pizîşk e.
Rudaw
