Yekîtiya Ewropa 2 hezar euro dide her koçberekî ku vegere welatê xwe
Komîsera Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Ewropayê, Ylva Johansson dibêje, ew li gel hikûmeta Yunanê rêkevtine ku 2 hezar euro bidin her koçberekî ku bixwaze vegere welatê xwe.
Ylva Johansson dibêje, niha 5 hezar koçber li Yunanê hene ku mafê wan heye daxwaza wî pereyî bikin û bi awayekê dilxwaz vegerin welatên xwe.
Ev pêşniyara Yekîtiya Ewropayê tenê bo mehekê ye û koçber dikarin di nava vê mehê de tevlî wê projeyê bibin û bi wergirtina 2 hezar euroyan ji bo her kesekî vegerin welatên xwe.
Piştî şer û pevçûnên li Idlibê û aloztirbûna rewşê li wê parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê, pêleke nû ya koçberên Sûriyê ber bi sînorê Tirkiyê ve dest pê kir. Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê hewla kontrolkirina tevahiya Idlibê dide û êrîşî komên çekdar ên desthilatdar li wê parêzgehê dike, ku Tirkiye piştgiriya wan grûpên çekdar dike.
Hikûmeta Tirkiyê piştî ku têkildarî rewşa Idlibê daxwaza piştgiriyê li Yekîtiya Ewropayê û welatên ewropî kir û helwêstek erênî ji Ewropayê nedît,biryara vekirina sînorên xwe li ber koçberan da û bi wê yekê pêleke nû ya çûna koçberan ji Tirkiyê veber bi sînorê Yunanê û Ewropayê dest pê kiriye, mlê belê hikûmeta Yunanê û herwiha berpirsên Yekîtiya Ewropayê ragihandine, ew rê bi derbasbûna koçberên nû bo nav sînorê wê yekîtiyê nadin.
Yekîtiya Ewropayê helwesta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê koçberan de bi tundî rexne dike û berpirsên wê dibêje, ew rê nadin bi rêya koçberan û fişaran bac li wê yekîyiyê bihê wergirtin.
Rudaw
