Rojavayê Kurdistanê rûberekî berfireh digire
Ev herêma ji serdema Horî û Mîtaniyan û heya roja îro her beşek ji xaka Kurdistanê û Kurdnişîn in. Di serdema mîrnişînên Kurd di serdema Osmaniyan de jî her beşek ji wan mîrnişînan bûn, ji mîrnişîna Botan li rojhilat heya mîrnişîna Kilisê li rojava.
Dokument û nivîsên dîrokî jî vê yekê disepînin.
Piraniya herêma Cizîrê û deşta Sirucê beşek ji Dewleta Dostkî 982-1086 bûn. Piraniya herêma Cizîrê ji Dicle heya sînorê Milan beşek ji Mîrnişînan Botan bû. Herêmên Çiyayê Kurmênc, Izaz û Bab beşek ji Mîrnişîna Kilis û Izazê ya Mîr Mand bûn.
Li gor lêkolerê Fransî Philippe Rondot, Kurd ji sedsala 16an ve li derdora Xabûr, anku herêma Serê Kaniyê û rojhilatê Feratê, anku Kobanî û Grê Spî cîgir bûne.
Herwiha ji sedsala 17an ve li rojavayê Feratê, anku Cerablus û Babê cîgir bûne. Her li gor Rondot, Kurd ji sedsala 16an ve li Çiyayê Kurmênc cîgir bûne.
Zanayê Elmanî Carsten Niebuhr, piştî geştekê li herêma Cizîrê, sala 1764 nexşeyek belav kiriye. Li gor nexşeyê, wê demê li herêma Cizîrê 5 hozên Kurdî bi nave Deqorî, Kîkî, Şîşanî, Millî û Aşîtî hebûn
Dîroknasê Fransî, Constantin Volney pirtûkek li ser geşta xwe li Misir û Sûriyê, sala 1788-1789 belav kiriye. Di pirtûka xwe de bi dirêjahî behsa Kurdên Çiyayê Kurmênc dike ku lê bûye mêvan
Piştî destnîşankirina sînorê Sûriyê jî her Kurd li ser xaka cxwe ya dîrokî piranî bûn. Li gor raporteke sala 1937, Li herêma Cizîrê Kur 2 caran li Ereban bûn û ji Ereb û Xiristiyan bi hev re bêhtir bûn
Li gor raportê, nişteciyên Cizîrê 84 hezar Kurd ji wan 2 hezar Êzidî bûn, 42 hezar Ereb û 31 hezar Xiristiyan bûn.
Lê Kurd ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belku li nav Sûriyê jî xwedan hebûneke dîrokî û berfireh in. Keleha Kurdan li rojavayê Himsê ji sala 1031 hat avakirin û Kurd tê de niştecîbûn jib o armancên serbazî
Ji serdema Eyûbiyan ve Kurd li Çiyayê Kurdan li bakurê rojhilatê Laziqiyê niştecî ne. Rûbera Çiyayê Kurdan nêzî 400km² ye û hejmara nişteciyên wî nêzî 120.000 kes in
Di sedsala 16an de, Kurdan mizgefta Kurdan li bajarê Ceblê ava kirine. Di sedsala 17an de, Kurdan Mîrnişîna el-Kore li Terablusê birêve dibirin.
Li Şama paytext ji serdema Eyûbiyan ve û heta niha, Kurd pêkhateyeke resen a wî bajarê kevnar in
Li gor dokument û lêkolînên kevin û nû û herwiha li gor rastiyên li ser erdê heya roja îro, Kurd ji bilî herêmên xwe yên dîrokî, li ser tevahiya rûbera Sûriyê ji sedên salan ve cî girtine.
Ji Reqa heta Heleb, hin navçeyên Idlibê, wekî Kefer Texarîm, Harim û Cisir el-Şixûr heta kenarên deryaya Spî, Hema Hims, Şam û Deraa li başûrê herî dûr ê Sûriyê.
Rudaw
