Li Îranê ji ber alkola sexte hejmara kesên ku mirin geheşt 73 kesan
Berdevkê zankoyên zanistî ya tenduristiya Ehwaz Cundîşapur Elî Îhsanpur ji ajansa fermî ya Îranê IRNA re ragehand, li eyaleta Xuzistanê ji 6ê Adarê heta naha ji 500 kesan zêdetir ên ereq û alkola sexte vexwarine jehrî bûne û serî li nexwaşxaneyan dane.
Îhsanpur got: Li eyaleta Xuzistanê ji ber jehrîbûna alkolê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmara wan geheştiye 46 kesan.
Herwaha li Elburz 15, li eyaleta Mazenderan 12 kes ji ber alkola sexte vexwaribûn jiyana xwe ji dest dabûn. Bi wî awayî hejmara kesên ku ji ber alkola sexte li Îranê jiyana xwe ji dest dane geheşt 73 kesan.
Basnews
