• Tuesday, 10 February 2026
logo

30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane‎

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane‎
Bazirganekî Herêma Kurdistanê ku niha li Çînê ye, behsa serkeftina wî welatî bi ser vîrûsa koronayê de ‎dike û dibêje, take nehêniya serkeftinê karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin.‎

Bernameyê Bi Dema Duhokê taybet bû bi tedbîr û çawahiya zalbûna bi ser vîrûsa koronayê, Nizar Samî ‎Doskî ku bazirganekî Kurd e û niha li Çînê ye, bi rêya Skaype beşdarî bernameyê bû û got: “Sedema ‎serkeftina Çînê bi ser vîrûsa koronayê de karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin, ji ‎destpêka derketina vîrûsê ve em li nav malên xwe man û derneketin.”‎

Derbarê jiyana wan bazirganên Kurd de ku niha li Çînê ne, Nizar Doskî got: “Hejmareke zêde ya ‎bazirganan çûn û hatina Çînê dikin, lê ji ber wêya ku meha yekê li wî welatî betlane ye, berî derketina ‎vîrûsê piraniya bazirganên Kurd vegeriya bûn, niha nêzîkî 30 bazirgan li vî welatî mane, haya wan ji hev ‎heye û di peywendiyê de ne, tendirûstiya hemûyan baş e û kes ji me bi koronayê neketine.”‎

Wî bazirganê Kurd amaje bi wê yekê jî da ku ligel derketina vîrûsê, xelkê Çînê gelekî pabendê biryar û ‎rênmayiyan bûn û got: “Em çend rojan carekê tenê pênc deqeyan diçin derve bo kirîna ‎pêdivî û xwarinê, vê jî wiha kiriye ku hejmara kesên pê dikevin di rojekê de daketiye kêmî 25 kesan.”‎

Rudaw
Top