Diktorekî Kurd: Ewê li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, li Siwêdê nehatiye kirin
Bijîşkê Kurd Şiwan Kerîm ku li Siwêdê dijî li rûpele xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Ew li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, li Siwêdê jî nehatiye kirin, ji vir ve destxweşiyê li Hikûmeta Herêmê, dezgehên pêwendîdar ên Kurdistanê û kenalên ragihandinê dikim, ku bi şev û roj kar ji bo parastina canê welatiyên Kurdistanê dikin. Herwiha destxweşiyê li hişyarî û weryabûna welatiyan jî dikim”.
Ew bijîşkê Kurd dibêje: “Heta îro nêzîkî 500 haletên tûşbûna bi Korona li Siwêdê hene û haleteke mirinê jî hatiye tomarkirin, lê heta niha ti rêkar yan girîngiyek ji bo rûbirûbûna Korona nehatiye girtin, ji bilî danîna 2 hejmarên telefonê, ji bo piryariyê, yan gûmankirina tûşbûna bi vîrusa Koronayê û welatî li malê bimînin û neçin kar”.
Dr. Şiwan kerîm diyar dike, welatê Siwêdê bi hemû pêşketina xwe di hemû waran de, bi taybet di ware bijîşkî û aborî de, lê heger bi Herêma Kurdistanê re berawird bikin, gelekî li hember welatiyênxwe xemsar e.
K24
