• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezareta Tendirustiyê: 2 kesên din li Hewlêrê bi Koronayê ketin

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
Wezareta Tendirustiyê: 2 kesên din li Hewlêrê bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, tûşbûna 2 kesên din li Hewlêrê ragihand. Bi dawîn tûşbûyan, hejmara kesên bi Koronayê ketine li Herêma Kurdistnê gihişt 19 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku îro li bajarê Hewlêrê, 2 hemwelatiyên din tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ew herdu kesên ku tûşî vîrusa Koronayê bûne, bira û jinbiraya xwendekarekdibistanê ne ku ji Îranê vegeriyabû û pêştir hatibû kerentînekirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew ên bi Koronayê ketine, zilamekî 34 salî û jineke 38 salî ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro danê êvarî jî tûşbûna ciwanekî din ê 32 salî bi Koronayê ragihandibû ku hevpolê heman wî xwendekarê ku ji Îranê vegeriyabû û hatibû kerentînekirin.

Heta niha li Herêma Kurdistanê, 19 kes bi vîrusa Koronayê ketine, kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî pak bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro di daxuyaniyekê de derbarê rûbirbûna Koronayê tekez kiribû, ““Bi hesteke berpirsiyariyê û hevkariya me hemûyan bi hev re, em dikarin tendirustî û selametiya xwe û jîngeha xwe ji vê metirsiyê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, diyar kiribû ku xweparastin baştirîn çeka berevaniyê û bang li xelkê Kurdistanê kiribû, “Bi pabendbûna bi rênimayiyan em dê xwe, gel û welat ji Koronayê biparêzin.”

Rudaw
Top