• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îranê 9 hezar kes bi Koronayê ketine

Gulan Media March 12, 2020 Nûçe
Li Îranê 9 hezar kes bi Koronayê ketine
di 24 seatan de 65 kes canê xwe ji dest dane
Li gor çapemeniya fermî ya Îranê heta niha li seraserê vê welatî bi giştî 9 hezar welatîbi Koronayê ketine.

Ajansa ÎSNA ya Îranê belav kir ku di nava du rojan de 958 kesên din bi Koronayê ketine.

Çavkanî herwiha eşkere kiriye ku niha li seraserê Îranê bi giştî 9 hezar welatî bi Koronayê ketine û di nava du rojan de 63 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û heta niha bi giştî 2 hezar û 959 welatiyên din jî ku bi Koronayê ketine baş bûne.
Top