Li Iraqê 2 çalakvan hatin kuştin
Li gor agahiya polîsên Meysanê, kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar li nêzîkî herêma Pîşesaziyê ya Amarayê gule berdan çalakvanên bi navê Ebdulqudis Qasim û Kerrar Adil.
Êrîşkarên herdu çalakvan kuştin ji cihê bûyerê reviyan.
Li Iraqê ji meha cotmehê ya ku xwepêşandanên dijî hikûmetê destpê kir heta niha, çalakvan tên kuştin, rastî îşkenceyan tên.
