Daxwaz ji xelkê tê kirin ji malên xwe dernekevin
Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî di çarçoveya tedbîrên pêwîst yên bo rûbirû bûna vîrosa Koronayê, daxwaz ji şêniyên Silêmanî û derdorê kiriye daku ji malên xwe dernekevin.
Tendirostiya Silêmanî herwiha daxwaz kiriye daku xelk serdana cîhên qerebalix neke û xwe ji kesên ku tê payîn bi vîrosê ketine bidûr bigire.
