• Tuesday, 10 February 2026
logo

SOHR: Vîrûsa koronayê li 4 parêzgehên Sûriyê belav bûye

Gulan Media March 11, 2020 Nûçe
SOHR: Vîrûsa koronayê li 4 parêzgehên Sûriyê belav bûye
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li parêzgehên Şamê, Laziqiyê, Tartosê û Humsê yên Sûriyê vîrûsa koronaya nû (Covid-29) belav bûye, lê hikûmeta Sûriyê fermana veşartina wê daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser zarê bijîşkên li herêmên hikumeta Sûriyê ragihand ku vîrûsa koronayê li parêzgehên Şam, Tertûs, Laziqiyê û Humsê belav bûye û lê hikûmeta Sûriyê vedişere.

SOHR îdia dike ku li wan parêzgehan gelek haletên corona derketine û gelek kesên ku bi corona ketine canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya SOHRê beşek doktorên Sûriyê dibêjin ku ji desthilatên hikumeta Sûriyê axaftina derbarê li ser belavbûna vîrûsê koronayê de ji wan re hate qedexekirin û rayadarên hikumeta Sûriyê ferman dane ku eşkere nekin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Deriyê Sêmalka ku dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji rojnamevan û welatiyên Kurd ên li welatên Ewropî kir ku weke tedbîrekê li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê serdana Rojavayê Kurdistanê nekin û di vê çarçoveyê de jî hatin û çûna ji deriyê Sêmalka bi temamî hatiye rawestandin.

Hikumeta Sûriyê 2 roj berê wekî bergirî li metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê ragihand ku tevahî serdan û gerên ji dewletên cîran hatine rawestandin.

Rudaw
Top