Wezareta Tendirustî ya Kurdistanê: 2 kes din tûşî Koronayê bûn
Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî dawîn amarên belavbûna vîrûsa koronaya nû Korona belav kirin û ragihand, ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, tenê 2 kes tûşî verûsa korona bûne.
Saman Berzencî diyar kir ku yek ji wan kesên ku tûşî koronayê bûne xwendekarekî 19 salî ye û yê din jî mêrekî 64 salî ye.
Derbarê wan kesên ku di kerentîneyê de mane, Saman Berzencî got, ku ji tevahiya 3 hezar û 64 kesan, niha tenê 953 kes di kerentîneyê de mane, û ewên din jî bi tenduristiyeke baş vegeriyane nav malbatên xwe.
Li gor daneyên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê heta niha li Herêma Kurdistanê 16 haletên tûşbûna vîrûsa koronaya nû hatine tomarkirin. Ji wan kesekî li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye ku xelkê wî bajarî bû û mela bû. Herwiha rewşa kesekî jî baş bûye û ji vîrûsa koronayê paqij bûye. 14 kesên din jî li nexweşxaneyên taybet bi vîrûsa koronayê hatine amadekirin, di bin çavdêriya bejîşkî de ne.
Herwiha Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, careke din daxwazê ji welatiyan dike, ku pêbendî rênimayiyên tendirûstiyê bin û ji cihê qerebalixî dûrkevin, kêmtirîn nêzîkbûn li gel kesên din hebe, û zûzû jî destan bişon.
Rudaw
