• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pentagon: Heger Tirkiye Patriot dixwaze divê S-400 vegerîne

Gulan Media March 11, 2020 Nûçe
Pentagon: Heger Tirkiye Patriot dixwaze divê S-400 vegerîne
Berpirsekî bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, heger Tirkiye “Patriot” a Amerîkî dixwaze, divê “S-400” ji Rûsyayê re vegerîne.

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Jonathan Rath Hoffman di konferanseke rojnamevanî de ragihand, helwesta Pentagonê ji destpêkê ve aşkere bû, heger Tirkiye sîstema berevaniyê Patriot dixwaze, divê mûşekên S-400 ji Moskoyê re vegerîne.

Ev daxuyaniya wî berpirsê Pentagonê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, helwesta Amerîka li hember kirîna Tirkiyê ji sîstema S-400 re sivik bûye.

Erdogan roja 5ê vê mehê tekez kiribû, sîstema berevaniya esmanî S-400 dê di meha Nîsana bê de bikeve kar.

Tirkiyê di sala 2017an rêkeftina mûşekên S-400 bi Rûsyayê re îmze kiribû û pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bo Tirkiyê di 12ê Tirmeha 2019 de destpê kiribû

Kirîna mûşekên S-400an ji Rûsya di navbera Amerîka û NATO û Tirkiye de aloziyên mezin peyda kirine. NATO û Amerîka hewl didin Tirkiye dest ji bikaranîna wê berde.

Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr xist.


K24
Top