• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îtaliya nêzîkî 100 kesên din bi sedema Koronayê mirin

Gulan Media March 10, 2020 Nûçe
Li Îtaliya nêzîkî 100 kesên din bi sedema Koronayê mirin
Hikumeta Îtalya nûçeya mirina 97 kesên din bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Korona ragehand.

Li gor amarên fermî yê Îtaliya hejmara mirîyan bi sedema Koronayê di wî welatî de gehişte 463 kesan.

Îtlaliya li pêşîya welatên Ewrûpa ye û sêyem welatê cîhanê ye ji alîyê tûşbûn û qurbanîyên Vayrosa Koronayê.

Duhî, 7 hezar û 375 haletên tûşbûnê hatibû ragehandin û evro ev hejamr bilind bû bo 9 hezar û 172 kesan.

Li bakûrê Îtaliya 16 milyon hevwelatî xistîne di korentînê de û hatîne naçarkirin ku di mala xwe de neçin derve.

K24
Top