• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Talîbanê dike

Gulan Media March 10, 2020 Nûçe
Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Talîbanê dike
Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Tevgera Talîban a Afganîstanê dike û leşkerên xwe ji wî welatî dikşîne.

Artêşa Amerîkayê ragehand, roja 09.03.2020ê dest bi proseya vekêşandina 8.600 leşkeran kiriye û prose jî dê 135 rojan berdewam be.

Fermandarê leşkerî yê artêşa Amerîkayê Sonny Leggett bi beyanameyekî ragehand, beşek ji leşkerên Amerîkayê bi hemû çek û pêdiviyên xwe ve bo şerê dijî rêxistinên terorîstî yên El – Qaîde û DAIŞê li Afganîstanê dê bimînin.

Roja 29.02.2020ê nûnerên Talîban û Amerîkayê li Doha ya paytexta Qeterê rêkeftina ragirtina şer îmza kirin.

Li gor wê rêkeftinê Amerîka û hêzên hevpeyman di heyama 135 rojan de 8.600 leşkeran dê ji Afganîstanê vekêşin.

Basnews
Top