Du berpirsên din ên Îranê ji ber vîrusa koronayê mirin
Malpera Tesnîm a ser bi sipaha pasdarên Îranê ragehand: ‘’Cîgirê berê yê îdareya siyasî ya sipaha pasdaran Ferzad TEzerî ku çend rojek bû li nexwaşxaneyê bû, îro li nexwaşxaneyekî tehranê jiyana xwe ji dest daye.’’
Herwaha çapemeniya Îranê belav kir, di berdewama mirina berpirsên Îranî ya bi vîrusa korona ve, dadwerê dadgeha Gîlanê ku dadwerê taybet ê çapemeniyê jî bûye Mûsa Turabzade ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest daye.
Ew dadwere berê di dema şerê Îran û Iraqê de jî nav rêzên artêşê de bûye û berketiyê çekên kîmyayî bûye.
Di 20 rojên borî de ku vîrusa korona li Îranê hat ragehandin, gelek berpirs û mela û du parlamenterê Îranê ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û gelk berpirsên din û 32 parlamenter jî bangeşeya wê yekê hatibû kirin ku vîrusa korona girtine.
Herwaha çapemeniya Îranê îro belav kir Îsmaîl Necar ku serokê navenda krîzên Îranê ye, ber vîrusa korona ketiye.
Basnews
