Amerîka rê li ber Rûsyayê girt li Til Temirê
Nûçegîhana Kurdistan24 li bajarê Qamişlo ragihand, hêzên Amerîkî rê li ber karwanek serbazî yê mezin ên Rûsyayê li bajarokê Til Temirê girt, ku ew karwan dixwest biçe Qamişloyê.
Nûçegîhana Kurdistan 24 got jî, ew karwan ji Helebê ber bi Qamişlo ve diçû. Karwan ji bo çend demjimêran hate rawestandin û piştre, rê li ber hate vekirin û derbasî firokxaneya bajarê Qamişlo bû.
K24
