Marine Le Pen: Erdogan bo ser Ewrûpayê gefeke mezine
Serokê eniya nîştimanî ya Franseyê Marine le Pen eşkere kiriye ku lazime tevahiya berpirsên Ewrûpî vê rastiyê bizanin ku Receb Teyyib Erdogan bo ser Ewrûpa û pêşeroja Ewrûpayê gefeke metirsîdare.
Le Pen di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Ouest-France rexneyên tund li Erdogan girtiye û gotiye: Erdogan dixwaze bi şandina penaberan bo Ewrûpayê rewşa Ewrûpayê têk bibe û Ewrûpayê îslamîze bike.
Le Pen herwiha daxwaz ji tevahiya berpirs û rayedarên Ewrûpî kiriye daku li hember Erdogan gelek huşiyar bin û li hember siyasetên Erdogan yên li dijî Ewrûpayê çavê xwe vekirin.
