Ji sibê ve li Efxanistanê dê 2 serokomar hebin
Hilbijartinên serokomariya Efxanistanê çend meh berî niha hatibû encamdan lê belê ragihandina encamên wê hatibû paşxistin, heta ku heftiya bihorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên wî welatî encamên dawî û fermî aşkere kir, ku li gor wan encaman, serokomarê niha Eşref Xenî bi bidestxistina zêdetir ji % 51 dengan wek serkevtiyê hilbijartinan hat ragihandin.
Lê belê namzedê din ê posta serkomariya Efxanistanê, Ebdullah Ebdullah ku li gor komîsyona hilbijartinên wî welatî % 40 dengan di hilbijartinan de bidestxistiye, encamên hilbijartinan red kiriye û xwe wek serkevtiyê hilbijartinan dihesibîne û ragihandiye, ku ew dê wek serokomarê nû yê Efxanistanê dest bi kar bibe.
Ebdullah Ebdullah ku siyasetvanekî bi nav û deng ê Efxanistanê û ji kesayetên Eniya Hevgirtî ya Bakur a berê ye, komîsyona hilbijartinan a Efxanistanê bi gendeliyê û guhertina encamên hilbijartinan tometbar kiriye û tekez kiriye, ew vê carê wê yekê qebûl nakin.
Li gor zanyariyan, tevî ku Amerîka û hin aliyên din bo navbeynkariyê ketine tevgerê, lê belê nakokiyên Ebdullah Ebdullah û Eşref Xenî berdewam in û ti çareseriyek bo wê qeyranê nehatiye dîtin.
Biryar bû merasima sondxwarin û destbikarbûna serokomarê nû yê Efxanistanê 9 roj berî nihadi 28ê Sibatê de bihatiba encamdan, lê belê li ser daxwaza Amerîkayê û ew merasim bo dema piştî îmzekirina rêkevtina Amerîka û Talibanê hatibû paşxistin.
Bi berdewambûna nakokiyan û çaresernebûna pirsgirêkê, niha herdu rikeber dixwazin bi awayekê cuda ji hev merasimên sondxwarin û destbikarbûnê wek serokomarê nû saz bikin.
Eşref Xenî ku ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve wek serkevtiyê hilbijartinan hatiye ragihandine, mêvanên xwe bangî merasimekê kiriye, ku biryar e sibe Duşemê 9ê Adarê saet 08:30 li Koşka Serokomariyê birêve biçe.
Li aliyekê din Ebdullah Ebdullah jî mêvanên xwe bangî merasimeke hevşêwe kiriye, ku ev merasim jî dê sibe saet 09:00 li Kabula paytexta Efxanistanê bihê lidarxistin.
Şêwirmendê pilebilind ê Eşref Xenî bo karûbarên çandî, Şah Husên Murtezewî ragihandiye, “ji ber merasima sibe ya sondxwarina serokomarê nû, sibe li Kabulê betlane ye”.
Berdevkekî Ebdullah Ebdullah, Fereydûn Xwazûn jî ragihandiye: “Me vexwandin ji hemû sazî û rêxistinên niştimanî û navdewletî re şandiye û karûbarên pêwîst ji bo lidarxistina merasima sondxwarina Ebdullah Ebdullah hatine kirin”.
Serokomarê pêştir ê Efxanistanê û Ebdureb Resûl Seyaf ji bo navcîtiya di navbera Eşref Xenî û Ebdullah Ebdullah de ketine tevgerê.
Herwiha Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Efxanistanê, Zalmay Xelîlzad jî ji bo navcîtiya di navbera Eşref Xenî û Ebdullah Ebdullah de serdana Kabulê kiriye.
Rudaw
