Şer di navbera dû girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve derke
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belav kirîye, ku evro şer di navbera girûpên Ehrar Elşerqîye û Cebhet Elşamîye li derîyê sînorîyê bajarê Girê Sipî derketîye.
Riwangehê belav kirye jî, çekdarên Ehrar Elşerqîye êrîşî pêgehên Cebhet Elşamîye li derîyê sînorîyê li gel Tirkiyê kirîye, di encam de hejmareka çekdaran birîndar bûne, bê ku sedema wî şerî eşkere bike.
Roja 5ê vê mehê jî, şer di navbera dû girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li wî bajarî rûdabû, di encam de şeş çekdar hatibûn kuştin.
K24
