Serbazên Suriyê û xelkê gundekê Tiltemirê rê liber karwaneka Emerîkayê girtin
Ajansa fermîya hikumeta Suriyê SANA ragehand, evro karwaneka hêzên Emerîka ku dixwazt derbazî gundê Guzlîye yê rojavayê bajarokê Tiltemirê bibe, hinek serbazên artêşa Suriyê û xelkê wî gundî rê nedan ew karwan derbaz bibe û binaçarî vegeryan.
Li gor SANA, karwana hêzên Emerîka ji heft zirîpoşan pêk dihat û xelkî bi keviran rêgrî li derbazbûna wê karwanê kir.
Di roja 12 ya meha bûrî de jî, dema ku karwaneka hêzên Emerîkayê ber bi gundê Xirbit 'Emu li rojhelatê bajarê Qamişlû diçû, xelkê wî gundî ku 'Erebin li gel hejmarek ji mîlîşayên ser bi hikumeta Suriyê ve, rêgirî li wê karwanê kirin û şerê teqe jî rûdabû, kesek ji wî gundî jî hatbû kuştin.
K24
