• Tuesday, 10 February 2026
logo

Buldan: Jin bimeşe dê azadî û aştî pêş bikeve

Buldan: Jin bimeşe dê azadî û aştî pêş bikeve
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di mitînga 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de ragihand ku jin şer red dikin û aştiyê dixwazin û jin bimeşe dê azadî û aştî pêş bikeve.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDPê îro li Anedê, mitînga 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin” li Qada Stasyonê saz kir.Ji bajarên derdorê Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn û Qoserê jî jinan beşdarî mîtînga 8ê Adarê ya li Amedê de bûn.

Hevseroka Giştê ya HDPê Pervîn Buldan di mîtînga 8ê Adarê ya li Amedê de axivî û got: "Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Em dibêjin çi karê we li Idlibê heye. Şer kuştin e, şer hêsirê çavan e, şer tunekirin û koçberî ye. Ji ber vê yekê em jin li dijî şer in. Jin şer red dikin û aştiyê dixwain."

Pervîn Buldan, bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: "Îro ji her demê bêtir pêdiviya gelê Kurd û gelan bi yekîtiyê heye. Divê em li dijî şer, li dijî kuştin, talankirin û wêrankirinê bibin yek.

Di berdewamiya axavtina xwe de Buldan behsa girîngiya rola jinê kir û got: “Jin bimeşin, dê jiyan jî bimeşe, Jiyan bimeşe, dê azadî pêş bikeve. Eger ku jin raweste dê jiyan jî raweste. Ji ber vê yekê em dixwazin her roj bibe roja têkoşina jinan. Ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixin divê tu carî têkoşîna azadiyê ranewestînin.”

Rudaw
Top