Li Efrînê teqîn çê bû û Eyn Îsa hat topbaran kirin
Îro li navenda bajarê Efrînê teqînek çê bû û li gor jêderên ji herêmê di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku piştî vê teqînê topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê gundewar û derdorên Eyn Îsa bi tundî topbaran kirine.
Derarê zirarên topbaran kirina gundewar û derdorên Eyn Îsa de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
